QAMIŞLO - Hevserokê TEV-DEM'ê Xerib Hiso, têkildarî pêvajoya xelaskirina DAIŞ'ê ya li herêmê nirxandin kir wiha got: "Rêya bê diyalog pêşî li perçekirina welat vedike. Divê rejîm jî li gorî vê rastiyê gavan bavêje. Divê hêzên navneteweyî DAÎŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê darizînin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di 31'ê Adarê Newrozê de îlan kir ku piştî şerê li Gunde Baxozê yê Bajaroka Hecînê ya Dêra Zorê dawî li DAIŞ'ê anîn. QSD'ê îlan kir ku dawî li serweriya DAÎŞ'ê ya fîzîkî anîn. Di operasyona dawî ya QSD’ê de bi hezaran endamên DAIŞ'ê teslîmî QSD'ê bûn. Bi hezaran endamên DAİŞ'ê yên teslîm bûne, niha aqûbeta wan têniqaşkirin. Têkildarî darizandina endamên DAİŞ'ê yên di destê QSD'ê de niqaş didome. Têkildarî rewşa Efrîn, Cerablus û Îdlibê û darizandina DAIŞ'ê Hevserokê Tevgera Civaka Demokratik (TEV-DEM) Xerib Hiso, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Hiso, diyar kir ku QSD'ê piştî têkbirina DAIŞ'ê destkeftiyên dîrokî bi dest xistiye û wiha got: "Ev destkeftiyên QSD'ê bandorê li ser cemaweriya Navneteweyî jî dike. Bala cîhanê dikişîne. Rêxistina terorê ya DAIŞ ku bûbû bela serê cîhanê êdî bi destê QSD'ê xelas bû. Êdî serdemek nû dest pê dike. Ev Pêvajo êdî wê di lehê gel de pêş bikeve. Ji bo ku diyalog û diplomasiya di milê siyasî de pêş bikev û pirsgirêk bi rêya siyasî û diyalogê çareser bibin hewldan û xebatên me berdewam dikin. Piştî DAİŞ di milê fîzîkî de xelas bû, mei bi rejîma Sûriye re dest bi diyalogê kiriye. Ji bo krîza Suriye bi dawî bibe em gavan davêjin. Ji bo çareseriyê nîşane jî xuya dibin."
‘DIVÊ QANALÊN DIYALOGÊ BÊN FIREHKIRIN'
Hiso, li ser xebatên piştî tunekirina DAIŞ'ê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Divê diyaloga bi hikûmeta Sûriyeyê re hatiye destpêkirin berdewam bike. Divê ev diyalog qut nebe. Divê êdî şerê li Sûriye bi dawî bibe. Ji bo şer raweste jî divê diyalog pêş bikeve. Ji bo vê yekê divê Rejiya Sûriye jî deriyê diyalogê li civaka Sûriye veke. Divê qanalên diyalogê firehtir bike. Em pêvajoya piştî tunekirina DAİŞ'ê di axivin. DAIŞ'ê êşek mezin di nava civakê de vekir. Ji bo ev êş bi dawî bibin divê alî bên cem hev û diyalogê pêş bixin. Em bang li hikûmeta Sûriye dikin ku bêtir berpirsiyariyê bidin ser milê xwe."
‘DIVÊ MEKAQANÛNA NÛ AVA BIKIN'
Hiso, bang li hêz û aktorên navneteweyî jî kir û xwest ji bo çareserî pêş bikeve berpirsiyariyê bidin ser milê xwe û berdewam kir: "Di avakirina nû ya Sûriye de divê vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji bê dîtin. Divê Makeqanûna ku vîn û nasnameya hemû gelan diparêze û cih dide wan bê sazkirin. Divê hemû gelê me tev li vê pevajoyê bibe û vîna xwe nîşan bide. Ger ku ev yek pêk neyê, wê li hemberî vîna gelê me bê hurmetî pêş bikeve. Divê hêzên navneteweyî vê rastiyê bibinîn û ji bo çareseriyê gavan bavêjin."
HEVDÎTINÊN CENEVRE
Hiso, bal kişand ser hevdîtinên Cenevre û wiha axivî: "Ji bo krîza Suriye çareser bibe divê gelê Sûriye tev li hevdîtinên li Cenevre bibe. “Di hevdîtinên berê yên çareseriyê de gelê me di nava van hevdîtinan de cih negirt. Li ser navê muxalifan Îhvanci jî tev li civînê dibin. Lê gelê me beşdar nakin. Başe çima gelên herêmê li ser masê tune? Vîna gelê herêmê li hemberî terora herî mezin a cîhanê li ber xwe da. Wê demê divê vîna vî gelî jî li ser masê hebe. Divê vîna gel bê dîtin. Di şerê 8 salan de bingehek hat avakirin. Li maseya ku vîna gel neyê dîtin şensa çareserî û serkeftinê tune ye."
'DAIŞÊ LI VIR KOMKUJÎ KIRIN DIVÊ LI VIR BÊN DARIZANDIN'
Hiso bal kişand ser darizandina DAIŞ'ıyan û wiha bi dawî kir: "Niha darizandina DAIŞ’iyan di rojevê de ye. Wan li vir sucê mirovahiyê kir. Divê vê feraseta ku sûc kiriye bê darizandin. Niha dadgeha ku DAİŞ'iyan darizine wê li ku û çawa bê avakirin tê niqaşkirin. Li ser vê mijarê niqaş û xebatên dîplomatik didomin. Niha tê plankirin ku ev dadgeh li Rojava û Bakurê Sûriye bê avakirni. Li vir komkujî pêk hatin. Ji ber ku li vir komkujî kirin divê li vir bên darizandin. Çima wan bibin welatekî din. Li vir şer kirin, li vir teslim bûn divê li vir bên darizandin. Gelek ji welatên cuda yên derve hatin li vir şer kirin. Karekî mezin li pêş me ye. Divê hemû gelê cîhanê bibin alîkariya vê yekê. Bi taybetî divê Neteweyên Yekbûyî (NY) bibin alîkarê vê yekê. Divê hiqûqnas, aktîvîstên mafên mirovan, saziyên edaletê, çavdêr tev berê xwe bidin vir. Ev di heman demê de pirsgireka cîhanê ye. Di rojên pêş me de wê hin mijar zelal bibin.
REWŞA EFRÎN, CERABLUS Û IDLÎBÊ
Geşedanên li qada Sûriye pêş dikevin wê di rojên pêş de bi awayekî din pêş bikevin. Bajarê Idlib di salek dawî de her roj di rojevê de ye. Her kes serkeftina Sûriye di Idlibê de dibîne. Lê serkeftina QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê rojev û niqaşên li Sûriye bi temamî guhert. Niha çav ne li ser Idlibê, li ser serkeftina QSD’ê ye. QSD'ê êdî hêvî daye gelan. Hêzen QSD'ê êdî li Sûriye xwe wekî hêzek neteweyî ya Sûriye dibîne. Stratejiya wê jî diyar e. Hemû axa ku di bin dagirkeriyê de be nayê qebûlkirin. Bi taybetî Efrîn ji bo me meseleya ewlehiyê ye. Xelaskirin û azadkirina Efrînê bingeha stratejiya me ye. Xebatên me yên ji bo azadkirina Efrînê didomin.
MA / Nazim Daştan