MÛŞ – Serê sibê li Navçeya Milazgirê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin.
Serê sibê li gundê Kanîkorik û Yenîkoyê yên girêdayî Navçeya Milazgira Mûşê eskeran bi ser malan de girt. Eskeran li malan lêgerîn pêk anî û piştî lêgerînê 6 kes binçav kirin û birin Fermandariya Cendermeyan a Naveçyê. Hêceta binçavkirina welatiyan nehat zanîn. Navên binçavkiriyan wiha ne: Erdal Yildiz, Muhsîn Yildiz, Rahmî Coşkun, Halîfe Çetîn, Îbrahîm Çetîn, Ercan Çetîn.