MÛŞ – Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensur Işik biryara YSK’ê ya redkirina ji bo Mûşê wek “bêhiqûqiyê” nirxand û got: “Em carek din bang li YSK’ê dikin; gavek berî gavekî dest ji vê bêhiqûqiya xwe berdin û dawî li bêedaletiyê bînin.”
HDP’ê ji bo îtîraza encamên hilbijartina li Mûşê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da û piştî nirxandinê YSK’ê serlêdana HDP’ê red kir. Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensur Işik biryara YSK’ê nirxand. Işik diyar kir ku stratejiya partiya wan HDP’ê gihîşt armanca xwe û got: “Bi pirsgirêka ‘bekayê’ bersiv dan stratejiya me. Me di her gef û gurên wan ên di mitîngên wan de dît ku stratejiya me çiqas rast e. Di hilbijartinê de carek din hat dîtin ku gefên wan negihîştin armanca xwe. Stratejiya HDP’ê ji aliyê gelan ve hat hembêzkirin.”
Işik da zanîn ku dengên li Mûşê hatine betalkirin bi piranî yên partiya wan in û Waliyê Mûşê dixwaze bi qedexekirina çalakî û şahiyên li bajêr û serdana namzetê AKP’ê yê Mûşê operasyona têgihanê çêdike.
‘DAWÎ LI BÊHIQÛQIYÊ BÎNIN’
Işik destnîşan kir ku biryara redkirinê ya YSK’ê ku ji bo Mûşê da wiha şîrove kir: “Vê biryara redê ya YSK’ê bêhiqûqî ye. Li gel ewqas delîlên şênber di destên me de ne û biryara hatiye dayîn dê bêaliya YSK’ê bide nîqaşkirin. Em carek din bang li YSK’ê dikin; gavek berî gavekî dest ji vê bêhiqûqiya xwe berdin û dawî li bêedaletiyê bînin.”