STENBOL – Li Stenbolê li ser îtîraza AKP'ê dengên ku hatibûn bedalkirin dubare tên jimartin. Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, diyar kir ku li gori daneyên YSK’ê ji sedî 90'ê dengên ku hatibûn betalkirin ji nûve hatin jimartin û hêj ferqa dinavberae Ekrem Îmamoglu û Bînali Yildirim de 15 hezar û 823.
Di ser hilbijartina 31'ê Adarê re hefteyek derbas bû. Şaredariyên ku HDP û CHP'ê bi dest xistin hêj mazbatayên wan nedane wan. Bi taybetî cihê ku CHP û HDP'ê şaredarî ji destê AKP'ê û qeyûman stendine AKP dubare îtîraz dike. Li Stenbolê li ser îtîraza AKP'ê dengên ku hatibûn bedalkirin dubare tên jimartin. Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, diyar kir ku li gori daneyên YSK’ê ji sedî 90'ê dengên ku hatibûn betalkirin ji nûve hatin jimartin û hêj ferqa dinavberae Ekrem Îmamoglu û Bînali Yildirim de 15 hezar û 823. Tanrikulu anî ziman ku li gorî daneyên YSK'ê Ekrem Îmamoglu 4 milyon û 171 hezar û 216 deng stendiye û Binali Yıldırım jî 4 milyon û 155 hezar û 393 deng stendine.