MÊRDÎN – Saziya Tipa Edlî (ATK) der barê girtiyê ji sedî 98 astengdar Serdal Yildirim de rapora “Bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe pêk bîne" da. Lê serlêdana ji bo berdanê, bi hinceta Midûrê Polîsan û Qeymeqam gotiye “Ji bo civakê talûke ye" red kirin.
Di sala 2010'an de li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê, Serdal Yildirim qeza derbas kir û ji sedî 98 astengdar e. Dozgeriyê der barê Yildirim de bi hinceta bi sandalyeya bi teker tev li şahiya HDP'ê bûye lêpirsîn vekir. Di sala 2016'an de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û “Endam şandine nava rêxistinê" doz vekir. 2'emin Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê îdîaname qebûl kir û doz vekir. Dadgehê di heman salê de li Yildirim 12 sal ceza birî. Dadgeha Bilind ceza erê kir. Di 30'ê Kanûna 2018'an de polîsan bi ser mala Yildirim, de girt û ew li malê binçavkirin. Bi sedema ku cezayê Yildirim heye ew derxistin pêşberî dadger û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Parêzerên Yildirim, ji bo Yildirim serbest bê berdan Serî li dozgeriya Înfazê dan. Piştî parêzeran ji bo Yıldırım serlêdan kir, Navenda Rehebilitasyonê ya Girtîgeha Tîpa R a Mêrsînê rapor amade kir. Saziya Rehapîlitasyonê di raporê de got: “Girtiyê navborî li gorî nivisa Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Ceza û Tevkifevê girtî mohtacê xwedîkirinê ye û bi tena serê xwe nikare bijî.
ATK: NIKARE BI SERÊ XWE BIJÎ
Saziya Tipa Edli (ATK) jî piştî rewşa tenduristiya Yildirim lêkolîn kir, biryar da û got: “Nikare bi serê xwe jiyana xwe berdewam bike" Navenda Rehabilitasyonê û ATK, bi hinceta ne meseleyek tibbî ye der barê rewşa Yildirim a "Ji bo civakê talûke ye ya na" aşkere nekir.
JI SEDÎ 98 ASTENGDAR E, LÊ TALÛKE YE'
Midûriyeta Polîsan û Qeymeqamê Qoserê ji bo Yildirim nerîn aşkere kir û gotin: "Ji bo ewlehiya civakê talûke ye" Her du saziyan li gel Yildirim ji sedî 98 astengdar e jî gotin 'Ji bo civakê talûke ye' Li ser vê yekê Dozgeriya Înfazê bi hinceta Qeymeqam û Midurê Polîsan ên Qoserê der barê Serdal Yildirim de nerîn aşkere kirine berneda. Dozgeriyê der barê Yildirim de bi hinceta “Wê ji bo civakê talûke be" biryara berdewama girtinê da.
LI SER XEYALAN DELÎL AVA KIRINE
Parêzerê Yildirim Erdal Kuzu, biryar nirxand û wiha got: "Li gel uk ATK'ê rapora 'Girtî nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî' da jî dîsa nehatiye berdan. Ji bo Yildirim bê berdan hewldanên me wê bidomim. Ji xwe cezayê lê hatiye birîn li ser delîlên xeyalî hatiye avakirin. Me ev yek bi dehan caran ji dozger re anî ziman. Niha jî li ser nerîna Midûriyeta Polisan û Qeymeqamê qoserê nayê berdan. Ev yek nayê qebûlkirin. Ger ku saziyek tenduristiyê bêje 'Nikare di girtîgehê de bimîne' her tişt temam e. Biryar û nerîna qeymeqam û mirûdê polîsan dûrî wicdan e. Ji sedî 98 astengdar e. Nikare bi serê xwe bijî. Lê çawa dibe zerarê bide civakê. Ev ji milê darazê ve rewşek pir şerm e. Em dê vê yekê îtîraz bikin."
MA / Ahmet Kanbal