AMED - Hevşaredarê navçeya Rezanê Zeyyat Ceylan ji ber bi KHK'ê hatiye îxrackirin, namzetê AKP'î Huseyîn beyoglû îtiraz kiribû û xwestibû mazbatayê bidin wî. Ceylan got: "Ya pêk tê pêvajoyeke xeyrî hiqûqî ye."
Namzetê HDP'ê yê Şaredariya Rezan a Amedê Zeyyat Ceylan, di hilbijartina 31'ê Adarê de bi ser ket û niha li gor encamên nediyar hevşaredarê Şaredariay Rezanê ye. Lê belê ji ber Ceylan bi KHK'ê hatiye îxrackirin Namzetê AKP'ê Huseyîn Beyoglû, ji ber Ceylan bi KHK'ê hatiye îxrackirin îtiraz kir û xwest mazbatayê bidin wî.
Hevşaredarê HDP'î Ceylan, di hilbijartinê de 70.04 ji sedî deng girtin. Lê belê ji ber namzetê AKP'î îtiraz kir, Ceylan hîn mazbataya xwe negirtiye.
Ceylan, destnîşan kir ku wexta ew bûye namzet Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) namzetiya wî qebûl kiriye û ji ber YSK'ê tu astengî pirsgirêk nedane ber wî, bûye namzet û di hilbijartinê de li dor 116 hezaran deng girtiye. Ceylan, got: "Rast e, ez hatime îxrackirin. Lê belê ji ber îxrackirinê di warê hiqûqî de tu astengiyeke ji bo mafê hlbijartinê tune ye." Her wiha Ceylan, wek mînak kesên bi KHK'ê hatine îxrackirin û bûne parlementer dan û got: "Tam hejmarê nizanim lê belê zêdetirî 7 hevalên me yên bi KHK'ê hatine îxrackirin bûne parlementer û niha li meclîsê ne."
‘PÊVAJOYEKE XEYRÎ HIQÛQÎ'
Ceylan, diyar kir ku hem li Tirkiyeyê hem jî li herêmê encamên hilbijartinê li gor hesabên hinan derneketiye, loma mudaxile tê kirin û got: "Di bin vê de nêzîkatiyeke xeyrî hiqûqî heye. Yanî ya niha tê kirin pêvajoyeke xeyrî hiqûqî ye."
'DIVÊ YSK DEMILDEST BIRYARA XWE BIDE'
Cyelan, anî ziman ku Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê bi tena serê xwe nikare der barê îtiraza namzetê AKP'î Huseyîn Beyoglû de biryarê bide û got: "Li gor pîvanê divê pêşî ji Desteya Hilbijartinê ya Bajêr bipirse û paşê ji YSK'Ê bipirse. Emsal jî hene. Divê YSK, mudaxil bibe. Divê YSK biryara dawî bide. Em jî dibêjin, bila heq û hiqûq tecelî bike. Gel tercîhek kiriye û divê em rêzê nîşanî vê tercîhê bidin. Zemîna hiqûqî ya vê pirsgirêkê jî YSK bi xwe ye. YSK, mecbûr e bi awayekî adil û hiqûqî tev bigere. Divê di vê çarçoveyê de demildest biryara xwe bide da em û hevalên xwe dest bi karên xwe bikin."