EDENE - Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, ji ber rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan, girtiyê bi navê Mazhar Guler serî li dadgehê dabû, piştî dadgehê serlêdana Guler red kir, Guler careke din serî li dadgehê da û dadgehê careke din serlêdan bi hinceta "dibe wek materyaleke rêxistinî bê bikaranîn" red kir.
Piştî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê bi îdiaya "materyala rêxistinî" rojnameya Yenî Yaşamê neda girtiyan, girtiyê bi navê Mazhar Guler du caran serî li Dadgeriya Înfazê ya 1'ê da, lê belê dadgeriyê derpêş kir ku "dibe wek materyala rêxistinî bê bikaranîn" serlêdan red kir.
Guler, di 13 û 4'ê Adarê de ji bo rojnameyê serî li Serokatiya Desteya Perwerdehiyê ya girtîgehê da. Dadgehê her du caran jî îdia kir ku rojname "materyala rêxistinî ye" û serlêdana Guler qebûl nekir.
Guler, di 14 û 18'ê Adarê de jî serî li Serokatiya Desteya Perwerdehiyê ya girtîgehê da û girtîgehê wekî hincet hin manşet û nûçeyên rojnameyê nîşan dan û serlêdan qebûl nekir. Yek ji manşetên ku wekî hincet hatin nîşandan jî manşeta hejmara 13'ê Adarê ye ku manşeta rojnameyê "Bila Leyla Bijî" bû.
MA / Hamdullah Kesen