ÎZMÎR - Serokê ÎHD’ê yê rûmetê Akin Bîrdal, diyar kir ku ewê li Stenbolê di 9’ê Nîsanê de, bi nûnerên STK, ronakbîr, nivîskar û mirovên xwedî bi wijdan ji bo bi dawî anîna tecrîdê dê li hev kom bibin. Bîrdal, da zanîn ku ew mûxatabên têkilarî grevên birçîbûnê nabînin.
Parlementerê berê û Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yê rûmetê Akinm Bîrdal, derbarê greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla bûn û girtiyan ku asta krîtîkbûnê derbas kirin û stratejiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, axivî.
Bîrdal, stratejiya hilbijartina herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şopandin di cih de dît wiha got: “Ji ber vê stratejiye encamên rast derketin holê. Piştî 25 salan li Enqerê û Stenbolê dest hat guhertin. Li Mêrsîn û Edenê jî, ji ber sekna HDP’ê ya bi biryardarî CHP’ê qezenc kir. Carek din derket holê ku di hemû hilbijartinan de bêyî Kurdan desthilatdarî nayê guhertin. Dîsan derket holê ku ger li vî welatî demokrasî, edalet û aştî dê pêk were dê bi Kurdan re pêk were. Em li bendêne ku CHP berî her tiştî spasiya HDP’ê bike. Parlementer Leyla Guven ev 152 rojin di greva birçîbûnê deye. Dîsa bi hezaran girtî, bi biryardarî grevên birçîbûnê berdewam dikin. Di vê oxirê de 8 kesan dawî li jiyana xwe anîn. Hîna jî agahiya qismekê civakê ji vê çalakiyê nine. Ji bo ku ev bêhiqûqî û bê edaletî ji holê bê rakirin di serî de Serokê Giştî yê CHP û parlementer erka xwe bi cih bînin. Ji bo rakirin tecrîdê û vê bêhiqûqiye, lazime ku bikevin nava liv û tevgerê.”
‘EM MÛXATAP NABÎNIN MUHATAP BULAMIYORUZ’
Bîrdal, bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha bilêv kir: “Di rojên derbasbûyî de, têkildarî grevên birçîbûnê, li ser Serokwekîlê Giştî yê AKP Nûman Kûrtûlmûş û Wezareta Karê Dadê me xwest em bikin nava hin hewldanên cuda. Lê em mûxatap nedîtin. Di demên derbas bûyî de jî grevên birçîbûnê çêbûn. Lê belê me hevdîtin bi Serokkomar, Serokê Meclîsê û Serokwezîr re hevdîtin dikir û mûxatap didît. Lê mixabin di pêvajoya niha de, tenê ji bo parastina mafê jiyana jî mûxatap nayên dîtin.”
‘TAVILÊ DIVÊ CPT BÊ TIRKIYEYÊ’
Bîrdal, di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Emê li Stenbolê, di 9’ê Nîsanê de, bi nûnerên STK, ronakbîr, nivîskar û mirovên xwedî bi wijdan re ji bo bi dawî anîna tecrîdê lihev kom bibin. Emê bi hevre vînekê derxînin holê. Divê saziyên mafên mirovan, rêxistinên kedê, odeyên pişeyî û komeleyên civakî bang li hikumetên xwe bikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin. Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan TBMM, ger îro ji bo vê pirsgirêkê çareserî nebîne, dê demek din nekare ji bo mafê mirovan tu karekê din bike. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Awropa (CPT), divê tavilê bê Tirkiyeyê û mudaxileyê vê pêvajoyê bike. Ji bo rakirina tecrîdê divê bikeve nava hewldanên mezin. Ji bo mirovên ciwan jiyana xwe ji dest nedin divê ku ev bê qanûnî ji holê bê rakirin. Divê madeya 32 a mafê mirovan a li Dadgeah Mafê Mirovan a Ewropayê, demildest bê bi cih anîn. Pêwîste ku saziyên navneteweyî hîn zêdetir dengê xwe bilind bikin.”
‘HÊVÎ NÛ KIRIN’
Bîrdal, di dawiya axaftina xwe de wiha qala hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê kir: “Ji bo avakirina aştî, demokrasî, edalet û yekitiya li Tirkiyeyê gavek girînge. Bi hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, pêngavek hat avêtin û vê yekê hêvî nû kirin. Pêşiya rêya demokratîkbûna li Tirkiyeyê hat vekirin. Di vê mijarê de tifaq pir girînge û divê ev peyam baş bê xwendin.”