ÎZMÎR - Apê girtiyê nexweşîna giran Ergîn Aktaş ê her du destên wî tune, yê li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye Mehmet Aktaş diyar kir ku îşkenceya li girtîgehê berdewam dike.
Girtiyê nexweşîna giran Ergîn Aktaş ê her du destên wî tuneye li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê dimîne, ji 2’yê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye. Apê Aktaş Mehmet Aktaş ê di 3’yê Nîsanê de çûbû hevdîtinê, diyar kir ku êrîşên li ser girtiyan di asta herî jor deye.
Aktaş, da zanîn ku rewşa biraziyê wî Ergîn Aktaş xerabe û wiha got: “Kîlo dane û pirsgirêkên wî yên tensiyonê hene. Biraziyê min ji min re got ‘Rêveberiya girtîgehê di bin navê nexweşxanê de Ahmet Çelîk li ambûlansê sîwar kirin, lê nebirin nexweşxanê. Di ambûlansê de li hemû Îzmîrê digerînin û pişt re tînin girtîgehê. Ev îşkenceye. Midurê girtîtgehê rojê 2 caran bi 30 gardiyenên kincên robokopan li xwe kirîn re êrîşî qewîşên me dikin. Ji me re dibêjin ‘emê we bikujin. Ka bisekinin emê hîna çi li we bikin. Ma ve çiye.’ Ji xwe em 4 girtiyên siyasî li vê derê ne. Em ji vê derê banga hestiyariyê li raya giştî dikin.’ Derbarê birazî û hevalên wî de fikarin me hene.”
‘BILA ZEXTÊN LI SER GIRTIYAN RABIN’
Ap Aktaş, bang li parlementerên HDP’ê kir û wiha bilêv kir: “Divê hîn zêdetir daxwazên girtiyan li Meclîsê bînin ser ziman. Ji bo ku şert û mercên Ergîn û hevalên wî vebêjim, min nekarî xwe bigihînin tu parlementerekê. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê terkî mirinê hatine kirin. Roj bi roj girtî dihelin. 5 raporên Ergîn ên ‘nikare di girtîgehê bimîne’ hene. Lê hîna jî di girtîgehê deye. Mirovekê ku her du destên wî tuneyî, gelo dê çawan kiribe di şert û mercên girtîgehê bijîu. Bila ev zextên li ser girtiyan rabin. Bi hezaran mirov li girtîgehan bedena xwe ji birçîbûnê re razandine. Lazime ku hemû girtiyên mîna Ergîn bi nexweşiyên giranin, bên berdana. Ger şert û mercên di girtîgehan de neyên sererast kirin, ji xwe dê girtî bimirin. Desthilatdarî vê rewşê nabîne û xwe bê deng kiriye. Gelo dema mijar dibe Kurd çima her kes bêdeng dibe? Her ku em dibijin aştî, em tên kuştin.”
‘DI HUCREYA YEK KESÎ DEYE’
Bav Tahîr Aktaş jî, diyar kir ku kurê wî kirine hucreya yek kesî û wiha axivî: “Em dixwazin Tirkiye tenê hiqûqên xwe bi cih bîne.”
Ap Mehmet Aktaş, anî ziman ku li girtîgê îşkence berdewam dike û got: “Wezareta Dadê jî bêdenge. Em Kurdin û tenê mafê xwe dixwazin. Ev tiştek ne pir zore. Emê serlêdanên hiqûqî bikin. Emê tu carî dest ji şopa kirînên wan bernedin.”
MA / Rûken Demîr