'AKP li Çelê bi dengên eskeran bi ser ket'

  • rojane
  • 09:03 8 Nîsan 2019
  • |
img
COLEMÊRG - HDP’iyan diyar kir ku li Çelê gel dengê xwe da HDP’ê û gotin: “Li Çelê HDP, li hemberî dewletê ket hilbijartinê. AKP li Çelê bi dengê eskerên qezenc kir.” 
 
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, ji ber bi hezaran esker wekî hilbijêr qeyd kirin, namzetê tifaqa AKP/MHP’ê di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de bi rêjeya ji sedî 55.75 dengan bû yekemîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser vê yekê got ku li Çelê hilbijartinek demokratîk pêk nehatiye. HDP’iyan, destnîşan kir ku ger dengên gel esas bê girtin, ew bi ser ketine. Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Çelê Halîme Şikşek, anî ziman ku li Çelê hilbijartin dibin zextek pir mezin de pêk hat û wiha axivî: “Dewletê di roja hilbijartinê de zext zêde kir. Bi zextên derûnî bi ser ket. Hîle, lîstik û zextên tifaqa AKP û MHP’ê di vê hilbijatinê de zêde bûn. Bi taybetî li Çelê pir hîle hatin kirin. Dema Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû navçe ziyaret kir, soz da ku 150 kesan bike kadro. Esker û polîs li ser gund û navçeyê qeyd kirin. Esker û polîs ji derve anîn û wekî hilbijêr qeyd kirin û bi vê yekê hîle kirin."  Şîmşek, da zanîn ku dengên gel ên li navçeyê îkamet dikin 2 hezar û 200 kes in û wiha berdewam kir: "Li aliyê din hêjmara ezker û polîsan ên hatin qeydkirin 4 hezar û 690 kes in. Zext û lîstik pir zêde bûn." 
 
'HEMÛ ESKER LI QEREQOLÊN SÎNOR WEKÎ HILBIJÊR QEYD KIRIN' 
 
Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP’ê Fariz Çetînkaya jî, da zanîn ku ger dengên gel esas bê girtin, HDP’ê qezenc kiriye û wiha axivî: “Hikumet ji bo ku li navçeyê qezenc bike, berê amadekarî kiribûn. Raya giştî jî ev zanîbû. Navçeya Çelê li ser sînor e û cihekî stratejîk e. Li ser her girekî Çelê qereqolek heye. Hemû eskerên di van qereqolan wekî hilbijêr li ser Çelê qeyd kirin. Tu mafê eskeran ên li gundên derdorê dimînin bên navçeyê dengan bidin tuneye. Ger mafên van eskeran hebe, wê demê mafê sivîlên li van gund dijîn jî heye ku bên navçeyê dengê xwe bidin. Lê ligel hemû dek û dolaban jî me li Çelê bi dengê sivîlan şaredarî qezenc kir. Gelê Çelê dengê xwe da me. Ji xwe hilbijartina li vê derê di navbera HDP û AKP’ê de derbas nebû, di navbera HDP û dewletê de derbas bû. Di hilbijarina 2014’an de me li vê  derê hezar û 650 deng girtin û AKP'ê jî 850 deng girtibûn. Di vê hilbijartinê de jî me hezar û 663 deng girtin û wan jî 2 hezar û 550 deng girtin. Ji ber esker û polîs qeyd kirin rêjeya dengê wan zêde bû. Bi giştî li herêmên ser sînor ev polîtîka bi rêve birin. Tişta me xemgin dike, vîna gelê me xesp kirin. Lê dîsa jî ev kar bi dawî nebûye. Çi dibe bila bibe emê şaredariya xwe qezenc bikin. Em spasiya gelê xwe dikin. Dîsa em bi tenê nehiştin." 
 
‘LÎSTIKEK MEZIN KIRIN’
 
Namzetê Hevşaredariya HDP’ê yê Çelê Ebûbekîr Kanar jî, anî ziman ku hikumetê lîstikên mezin kirin û wiha got: “Çelê hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo hikumetê navçeyek stratejîke. Dewlet girîngiyek mezin dide Çelê û Şirnexê. Ji ber ku dewletê fêm kir ku dê nekare bi hêza gel şaredariyên herêmê qezenc bike. Ji bo wê esker li vir qeyd kirin. Ji nifûsa navçeyê zêdetir esker qeyd kirin. Li gel ku li gundê Aşûtê muxtarî heye jî esker hatin li navçeye dengê xwe dan. Eskerên li hemû gundan hatin li Çelê dengê xwe dan û vegeriyan. Ji bo şaredariyê bi dest bixin her tişt kirin." 
 
‘EM MINETDARÊ GELÊ  ÇELÊ NE’ 
 
Kanar, destnîşan kir ku dema pêvajoya hilbijartinê hemû burokratên dewletê hatin vê derê û weke xebatkarên partiyê xebitin û wiha bi dawî kir: “Hin caran walî di hefteyekê de 4 caran dihat vir û ferman dida. Li Çelê li 11 navnîşanan 2-3 hezar kes qeyd kirin. Tenê li navnîşanekê 627 kes qeyd kirin. Lê ligel van hemûyan jî gel qezenc kir. Em spasiya gelê xwe dikin. Em her tim mînetdarê gelê xwe yê Çelê ne. Gelê me peywira xwe bi cih anî û li pişt partiya xwe sekinin. Wan ne bi vîna gel, bi dengên eskeran qezenc kirin.” 
 
MA / Hamza Gunduz
 

Sernavên din

10/04/2019
15:26 Malbat li gel astengiyên polisan dîsa çalakiya rûniştinê pêk anîn
14:51 Temellî ji YSK'ê got li gorî îçtîhata xwe tevbigere
14:46 Malbatên Girtiyan li Baroya Amedê dest bi grevê kirin
14:38 HDP’ê piştgirî da çalakiya rûniştina nobetê ya malbatan
13:52 Piştî 6 salan li cihê Berkîn Elvan hat kuştin keşf kirin
13:50 Rojnamegerê rastî gefên polîsan hat serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da
13:11 Li Serê Kaniyê jinek hat kuştin
13:09 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê bi milyonan li qadên 1 Gulanê kom bibin
13:06 Li ser sînor cenazeyê 2 zilaman hat dîtin
12:57 Xwediyê Îmtiyazê yê Ozgur Gundemê hat berdan û carek din hat girtin!
11:49 Tenê gîzme û fanêrê wî li pişt wî ma
11:12 Li Amedê wesayîtek hat şewitandin
11:12 Hunermend Mîkaîl Aslan li Wanê konser li dar xist
11:05 HDP: Cudakariyê nexin nava penaberên Sûriyeyî
10:59 Gefa ‘mudaxileya bi zorê’ li Aykûl ê 116 rojin di grev birçîbûnê deye dixwin
10:47 Endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’î hatin binçavkirin
10:46 Dîroknas Şefîqe Elî: Leyla Guven pêşenga serdemê ya jinên Kurd e
10:40 Komek jin ji bo Leyla Guven meşiyan
10:28 Hevseroka Odeya Bijîşkên Mêrdînê: Dema xeternak destpê kiriye
10:27 Bi dest kelepçekirî welidî
10:22 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan: Dive AKP bi Kurdan re nekeve înadê
10:09 Qeyûmê Cizîrê bi lez û bez meydan û rêyan jî dewr kir
09:28 ‘Gelo hemû kes li bendê ye ku 7 hezar kes bimirin?’
09:27 Salîh Tekîn ê hat berdan li mala xwe greva birçîbûnê didomîne
09:26 Malbatên girtiyan ên hatin berdan: Em ê çalakiya xwe bidomînin
09:26 Leyla Guven 154 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:24 'Tenê ne xizmên girtiyan divê her kes bibe dengê vê girtiyan'
09:24 ‘Ji ber tahsîsata meha Nîsanê mazbatayan nadin'
09:23 Dadgehê bi îfadeyên xeyalî ceza li 19 kesan birî
09:18 ‘Em li dora girtiyan bibin xelek'
09:17 Wanî: Mazbatayan bidin, bêhurmetiyê nekin
09:17 Sînmîş ê li malê di grevê de ye: Em bêdeng bin wê cenazeyên din jî derkevin
09:16 Dayika girtiyê her du milên wî tune ne: Daxwaza zarokên me qebûl bikin
09:15 'Bêdengî dikuje, dengê xwe li dengê me zêde bikin'
09:14 Dayikên Aştiyê: Dev ji tecrîdê berdin
09:14 Hosteyê dawî yê palankeriyê
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2019'AN
09/04/2019
20:01 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê hat redkirin
17:07 Polîsan daxuyaniya parêzeran asteng kir
16:46 Ozgokçe: Nedayîna mazbatayan rê li ber rageşiyê vedike
16:37 Li Reqqa di êrîşê de zarok jî heyî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:20 ÎHD binpêkirina li 4 girtîgehan kir rapor: Daxwaza girtiyan pêk bînin
16:20 'Piştî em bariyeran rakin em ê bi gel re biçin şaredariyê’
16:16 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 805’an serlêdan kirin
16:08 Girtiya bi îfadeyên şahidê nepen ê nîne hatibû girtin hat berdan
16:00 Mudaxileyî malbatên girtiyan kirin: Çalakger binçav kirin
15:42 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Gebze dest bi çalakiya rûniştinê kirin
15:15 DÎK: Di ol de tecrîd û cihêkarî tuneye
15:11 Malbata girtî Îdrîs Başaran: Tiştek bibe îdare û dozger berpirs in
15:00 Qeyûm bi 36 milyon TL şaredarî girt û bi 220 milyon deyn li pey xwe hişt
14:49 Îmamoglu: Em dixwazin gavek berî gavekî werin ser rêveberiyê
14:32 Li Silopiya cezayê ‘kelepçeya elektronîk’ dan 2 dayikan
14:15 Uca ji Konseya Ewropa pirsî: Hûn ê li hemberî binpêkirina girtîgehan tedbîrên çawa bistînin?
14:15 Qoseriyan qeyûm qewirand û şaredariya xwe dewr girtin
14:09 Gel Şaredariya Êlihê ziyarat kirin
14:06 HDP ji bo li girtigehan tespît bîke, serî li Komîsyona Meclîsê da
13:41 Soylû derket holê: Qet behsa encamên hilbijartinê nekir
13:40 Oztrak: Bila Wezîrê Dadê û Wezîrê Karên Hundir îstîfa bikin
13:22 Li Girtîgeha Panosê ku çalakiya grevê didome mehek e ava germ nadin
13:19 HDP, HDK, DBP û KCD li Amedê kom bûn
12:54 Mazbatayên hevşaredarên Amedê yên HDP’î nedan wan
12:28 Danişîna doza Rojnameger Polat pêk hat
12:19 'Em bang li gelê xwe dikin ku hêzê bidin vê têkoşîna bi rûmet'
11:48 Jina penaber a ji Sûriyeyê li Bûrsayê kuştin
11:07 Polîsan avahiya HDP dorpêç kir
10:26 Di Adarê de 27 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin
09:23 Qeyûmê Cizîrê avahiya şaredariyê dewrî xwe kir!
09:22 Qeyûmê Şemrexê şekir û çaya şaredariyê jî bir
09:22 Biryara bi hincet a Doza Pasûrê şandin navnîşana Tahir Elçî
09:21 Leyla Guven 153 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:21 Em mûçeyekê ku debara xwe pê bikin dixwazin’
09:21 Taşçier: Divê îtifaq berdewam bike
09:20 Ji bo erebokeke destan bajar bi bajar digere
09:20 Sarisaç ê di greva birçîbûnê de: Hêza Kurdan a faşîzmê têk bibe heye
09:19 Wekîl Gergerlîoglû yê bi KHK’ê hat îxraçkirin: Bi vîna gel hatin hilbijartin
09:18 Kanar: Li Îmraliyê înfaza hiqûqa şerê dijminane tê sepandin
09:18 Candemîr: Dixwazin rojnamegeriyê asteng bikin
09:17 ‘Di kolanên Tirkiye û Kurdistanê de bibin dengê me’
09:17 Ocalan ê HDP’î: CPT a pêvajoyê dişopîne hevkarê mirinane
09:15 ‘Encam çi dibe bila bibe divê em mirinan rawestînin’
09:14 Erol Katircioglû: Ger reforma demokrasiyê çêbe aborî de sererast bibe
09:00 ROJEVA 09'Ê NÎSANA 2019'AN
08/04/2019
23:11 Leyla Guven hêjayî xelata Îbrahîm Ehmed hate dîtin
22:42 Li Tebqayê teqîn: Welatiyek mir, 4 jî birîndar bûn
17:44 Serokê DYA Trump, muhafizên Şoreşa Îranê wekî rexistina terorê qebûl kir
17:16 Mazbataya Hevşaredarên Mêrdînê nadin wan
17:07 Hevşaredarên Qersê Bîlgen û Alaca piştî mazbata girtin dest bi kar kirin
16:55 MHP'ê ji bo betalkirina encama hilbijartina Îdirê serî li YSK'ê da
16:31 Şaredarê Dersimê dîwarê qeyûm hilweşand
15:44 Bîanetê pirtûka destan a Nûçegihaniya Zarokparêz çap kir
15:28 Dê dosyeyên doza greva birçîbûnê bibin yek
15:12 Rêxistinên demokratîk ên Wan û Mêrdînê: Berpirsiyarê mirinê hiktûmet e
14:56 Hevşaredarên Êlihê şaredariyê dewr girtin û qoltixê qeyûm derxistin derve
14:18 Serokê OSYM'ê Ali Demîr binçav kirin
14:05 Dayikên Aştiyê: Êdî bes e vî dengî bibîhîzin
13:57 Taşdemîr: Divê hikûmet dengê li girtîgehan bilind dibe bibhîze
13:49 Xizmên girtiyan çûn sersaxiya Pamay
13:36 10 malbatên cenazeyên ji Goristana Xerzanê derxistin serlêdan kirin
13:17 Dema binçavkirina Hevserokê HDP’a Qaqizmanê hat dirêjkirin
13:08 CHP'ê ji bo mazbata Îmamoglu serlêdan kir