* HDP’iyan diyar kir ku li Çelê gel dengê xwe da HDP’ê û gotin: “Li Çelê HDP û dewlet ketin hilbijartinê. AKP’ê bi dengên leşkerên veguhestin li Çelê qezenc kir.”
* Pêkhateyên HDP’ê diyar kirin ku wan di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de dersek baş dan tifaqa AKP-MHP’ê û gotin: “Bi taybetî stratejiya HDP’ê ya bajarên mezin bi AKP’ê dayîna windakirin, biryardariya demokrasiyê bû.”
* Apê girtiyê nexweşîna giran Ergîn Aktaş ê her du destên wî tune, yê li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye Mehmet Aktaş diyar kir ku îşkenceya li girtîgehê berdewam dike.
* Serokê ÎHD’ê yê rûmetê Akin Bîrdal, diyar kir ku ewê li Stenbolê di 9’ê Nîsanê de, bi nûnerên STK, ronakbîr, nivîskar û mirovên xwedî bi wijdan ji bo bi dawî anîna tecrîdê dê li hev kom bibin. Bîrdal, da zanîn ku ew mûxatabên têkilarî grevên birçîbûnê nabînin.
* Saziya Tipa Edlî (ATK) der barê girtiyê ji sedî 98 astengdar Serdal Yildirim de rapora “Bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe pêk bîne" da. Lê serlêdana ji bo berdanê, bi hinceta Midûrê Polîsan û Qeymeqam gotiye “Ji bo civakê talûke ye" red kirin.
* Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, ji ber rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan, girtiyê bi navê Mazhar Guler serî li dadgehê dabû, piştî dadgehê serlêdana Guler red kir, Guler careke din serî li dadgehê da û dadgehê careke din serlêdan bi hinceta "dibe wek materyaleke rêxistinî bê bikaranîn" red kir.
* Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe 152 rojin li ber xwe dide.
* Hevşaredarê navçeya Rezanê Zeyyat Ceylan ji ber bi KHK'ê hatiye îxrackirin, namzetê AKP'î Huseyîn beyoglû îtiraz kiribû û xwestibû mazbatayê bidin wî. Ceylan got: "Ya pêk tê pêvajoyeke xeyrî hiqûqî ye."
* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, wê li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî hilbijartina 31'ê Adarê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)
* Meclîsa Dayikên Aştiyê wê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)