MÛŞ - HDP'ê ji bo li Mûşê deng ji nûve bên jimartin serî li YSK'ê dabû, ancak îtîraza HDP'ê hat redkirin.
Di hilbijartina 31'ê Adarê de li navenda Mûşê li gorî encamên nefermî Îtîfaqa Cumhur 15 hezar 919 deng û HDP'ê jî 15 hezar û 381 deng wergirtibûn .2 hezar û 500 dengên hatin bikaranîn jî betal kirin. HDP'ê diyar kir ku bi piraniya dengên hatine betalkirin dengên wan bûne û ji bo deng ji nûve bên jimartin serî Lîjneyên Hilbijartinê yên Navçe û Bajêr dabû. Her du lîjneyan jî îtîraza HDP'ê red kiribû. Li ser vê yekê HDP'ê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dabû. YSK'ê îtîraza HDP'ê nirxand û biryara redkirinê da.
Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik di hesabê xwe yê Twîtterê de bertek nîşanî redkirina serlêdana wan da û got: "YSK'ê bi bayê bezê serlêdana me red kir. Êdî xwe jî bêhn bide tekane tişta bê kirin mirova wan di wîjdanên wan de mehkûm bike. Wê ev gel we efû neke."