BALIKESÎR - Dayika Nezîr Gumuş Hanife Gumeş ê 38 rojin li Girtîgeha Tîpa T-1 a Bandirmayê di grevê de, diyar kir ku her diçe germa laşê kurê wê kêm dibe û zêde kîlo winda kirine. Gumuş, bang li rayedarên hikûmetê kir û xwest êdî hikûmet daxwazên girtiyan li ber çavan bigire û gavan bavêje.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir di roja 151'yemîn de didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 138'an de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 112'emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 113 roj in didome. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 38'emîn de didome.
Nesîr Gumuş jî li Girtîgeha Tîpa T-1 a Bandirma ya Balikesîrê di 1'ê Adarê de ketiye grevê û 38 rojin di grevê de ye. Dayika Nezîr Gumuş Hanife Gumuş di 2'ê Nîsanê de bi kurê xwe Nezîr re hevdîtin kir. Gumuş, li ser rewşa kurê xwe axivî û daxwazên xwe anîn ziman.
'GARDIYAN DIXWAZIN EM GIRTIYAN ÎKNA BIKIN KU DEST JI GREVÊ BERDIN'
Dayik Gumuş, anî ziman ku dema çû ziyareta kurê xwe gardiyanan xwest wê di lêgerîna tazî re derbas bike. Dema ez çûm hevdîtinê û min kurê xwe hembêz kir, germa laşê wî pir ketibû. Pir kîlo dabû. Hevalên Nezîr yên li gel wî di grevê de ji pir kîlo dabûn. Rêveberiya girtîgehê li gorî pêdiviya wan lîmon, şekir, xwê û karbonatê nade girtiyan. Piştî hevdîtinê 2 gartiyan hatin û gotin malbata Nezîr kiye. Em birin aliyekî û gotin 'Ji Nezîr re bêjin bila dest ji grevê berde. Guneh e bedena wî dihile. Bila dest ji vê çalakiyê berdin.' Me jî got ew îradeya wan e. Ew dizanin. Em nikarin tiştekî ji wan re bêjin."
Gumuş, anî ziman ku naxwazin tu kesên ketine greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest bidin û wiha got: "Em dixwazin hikûmet b lez li gorî hiqûqê gavan bavêjin. Ez bi têkoşîna kurê xwe serbilind im. Em bang li hikûmet û Wezareta dadê dikin ku bi lez gavan bavêjin. Ger ku hikûmet gavan navêjin emê carek din zarokên xwe nebînin. Ev zilm e. "