STENBOL – Dengên hilbijartina li Stenbolê li ser îtîraza îktîdara AKP’ê ji nuve tên jimartin. Heta niha ji sedî 72 deng hatin jimartin. Ferqa di navbera CHP û AKP'ê de 17 hezar û 132 deng in.
Di ser hilbijartina 31'ê Adarê re hefteyek derbas bû. Lê niqaş didomin. Li ser îtîraza AKP’ê li 39 navçeyên Stenbolê deng ji nûve tên jimartin. Jimartina dengan didome. Heta niha ji sedî 72 deng hatin jimartin. Li gorî rêjeya dawî Namzetê CHP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, bi 17 hezar û 132 dengan di pêşiya namzetê AKP'ê Bînalî Yildirim de ye.