MÊRSÎN – Fatma Kaygan, dayika Mahmût Kaygan ku ji 3'yê Adarê ve li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku kurê wê ragihandiye ser çavê wî û hundurê devê wî nêm girtiye û got: "Bila hemû dayik rabin se rpiya. Eger dayik tiştekî nekin kes tiştekî nake."
Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye Mahmût Kaygan ê 22 salî ye. Kaygan, ji 3'yê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Kaygan di 2017'an de li Mêrsînê di çalakiyeke demokratîk de bi bombeya gazê ya polîsan ji ser çavê xwe birîndar bûye û bêyî tam bê tedawîkirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 10 sal ceza lê hatiye birîn.
Dayik Fatma Kaygan ku çû girtîgehê û kurê xwe dît, bilêv kir ku ser çav û hundurê devê kurê wê nêm girtiye û girtiyên berê ketine greva birçîbûnê bi zorê li ser piya disekinin. Kaygan, anî ziman ku kurê wê li qawîşa T9'an tevî 18 kesan dimîne.
Dayik Kaygan, destnîşan kir ku rayedar xwe li8 guhnedêriyê datînin û çapemeniya îktîdarê naxwaze çalakiyên greva birçîbûnê bibîne û got: "Kes behsa wan nake. Em dixwazin cîhan dengê zarokên me bibihîse. Em naxwazin zarokên me bimirin." Kaygan, ji bo li girtîgehan kes nemire bang li gel kir û got: "Bila dayik hemû rabin ser piyan. Eger dayik tiştekî nekin, kes tiştekî nake. Divê dayikên zarokên wan girtî û dayikên din hemû rabin ser piyan. Ji bo ev zilm bi dawî bibe divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Hikûmet xwe li ker û lalîtiyê û korîtiyê datîne. Em li pişta zarokê xwe ne. Ji destê me çi tê em amade ne bikin. Divê dayik jî wisa bikin."
MA / Ergin Çaglar