MÊRSÎN - Meryem Erbey, dayika Mehmet Erbey ku 111 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku kurê wê bi sandalyeya biteker anîne cihê hevdîtinê. Dayik Erbey, bilêv kir ku rayedaran ji wan re gotiye: "Ji zarokên xwe re bêjin bila dev ji vê çalakiyê berdin."
Li girtîgehê yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye jî Mehmet Erbey e. Erbey, li Girtîgeha Tîpa D a Duzceyê 111 rojên di greva birçîbûnê de ye. Erbey, 9 sal berê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 23 sal ceza lê hatiye birîn.
Meryem Erbey ku di 4'ê Nîsanê de ji bo hevdîtina vekirî çû girtîgehê, diyar kir ku kurê wê 111 roj in di greva birçîbûnê de ye. Erbey, anî ziman ku kurê wê bi sanldayeya biteker anîne cihê hevdîtinê û got kurê wê jê re gotiye: "Pênûsan andin. Naxwazin em pêkanînên li vira ragihînin derve. Li vira bijîşk kesên di greva birçîbûnê de kontrol nakin. Divê hûn dayik bibin pêşengê van pêkanînan. Eger tiştek bê kirin ancax bi destê dayikan dikare bê kirin. Ruhek me jî bimîne em ê ji bo vê rêçê feda bikin Hûn dayik dikarin bibin dengê me."
Dayik Erbey, anî ziman ku gardiyanan ji wan re gotiye: "Ji zarokên xwe re bêjin bila dev ji vê çalakiyê berdin. Erbey, got: "Min jî ji wan re got 'Temam bila dev jê berdin, lê divê hûn jî daxwaza wan qebûl bikin. An jê wê qet dev ji çalakiya xwe bernedin.' Em bang li dayikan dikin. Em bang li dayikên 7 hezar girtiyî dikin. Werin em rê li ber mirina zarokên xwe bigirin. Kî bêdeng be berpirsiyar ew in. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe."
Dayik Erbey, diyar kir ku mirin çêbibin berpirsiyar Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Serokomar Erdogan e û xwest dewlet gavekê bavêje.
MA / Ergin Çaglar