EDENE – Latîfe Aydin ku kurê wê û neviyê wê ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo darbest ji girtîgehan dernekevin bang li Wezareta Dadê kir.
Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 16'ê Kanûna 2018'an ve didome. Ji girtiyên di greva birçîbûnê de li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeya Îzmîrê Mûstafa Aydinê û li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê Abdûllah Aydin jî di 1'ê Adarê de ketin greva birçîbûnê. Mûstafa Aydin, 25 sal in girtiye û 36 sal ceza lê hatiye birîn û Abdûllah Aydin jî 28 sal in girtiye û 36 sal ceza lê hatiye birîn.
'BÊDENG NEMÎNIN'
Latîfe Aydin ku kurê wê Abdûllah û neviyê wê Mûstafa Aydin di greva birçîbûnê de ne, diyar kir ku hefteya borî bi telefonê bi kurê xwe Abdûllah Aydin re axiviye û got kurê wê gotiye: "Kincên me ji me stendin. Wexta qolî hat negire, bila dîsa were. Em ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Rewşa min baş e û niha kîloyên min jî baş in. Heta daxwaza me neyê qebûlkirin wê çalakiya me dewam bike. Ji bo me bêdeng nemînin." Dayik Aydin, xwest daxwaza girtiyan rojek berî rojekê bê qebûlkirin û ji bo mirin çênebe bang kir.
'BILA DARBEST JI GIRTÎGEHAN DERNEKEVIN'
Aydin, anî ziman ku kurê wê û neviyê wê di 2013'an de jî 40 roj î di greva birçîbûnê de mane û got: "Kurê min û neviyê min bedena xwe dane ber birçîbûnê. Em ji Wezareta Dadê rica dikin. Bila êdî darbest ji girtîgehan dernekevin. Bila aştî bê û edalet pêk bê. Em dayik in, dilê me dişewite. Perçeyek ji canê me çûye. Êdî bes e, bila dayik negirîn. Ew çawa ji zarokên xwe hez dikin, em jî ji zarokên xwe hez dikin. Em jî li malên xwe di greva birçîbûnê de ne. Ne şeva me şev e, ne jî roja me roj e. Heta ji destê min bê ez ê zarokên xwe tenê nehêlim. Em ê ji bo daxwaza wan bitêkoşin."
MA/ Hamdullah Kesen