‘Me klasîkên rûsan dixwendin, Ocalan jî dîroka mirovahiyê dixwend’

  • rojane
  • 09:27 12 Mijdar 2017
  • |
img

ENQERE – Abdurrahman Ayhan ku li Enqereyê di dema xwendekariyê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas dike wiha got: “Me hemûyan klasîkên rûsan û Kapîtalê dixwend, Ocalan li gel vana dîroka mirovahiyê, antrolojiyê dixwend.” 

Abdurrahman Ayhan ku di dema xwendekariyê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas dikir û niha ji bo dawî li tecrîda li ser Ocalan bê di greva birçîbûnê de ye, behsa Ocalan kir. Ayhan ku got “Naskirina Birêz Ocalan rûmet e” wiha got: “Di warê kesayetiyê de nedişibiya kesayetiyên ciwanên wê demê.” 
 
Ayhan, anî ziman ku Ocalan kesekî ku tim dixwend, mirov li dor xwe dicivandin û carinan jî mirovekî “bi tenê dima û bi tenê dimeşiya” bû. Ayhan ev tişt gotin: “Tim dixwend. Bi taybetî jî ji nêz ve bala wî li ser dîroka mirovahiyê bû. Min di sala 1975’an de Birêz Ocalan nas kir. Bi tena serê xwe digeriya. Dihat li baxçeyê dibistanê rûdinişt. Jixwe nû ji girtîgehê derketibû. Wê demê ji ber qetilkirina Mahîr Çayanan şermezar kiribû hatibû girtin û 6 mehan girtî mabû. Dema ji girtîgehê derket, ciwanên şoreşger bi ser xwe de hatin. Em di dema xwendekariyê de rastî hev hatin. Rojekê pirtûkek ji min xwest. Min ji pirtûkxaneya Fakulteya Siyasalê ew pirtûk wergirt. Min li pirtûkê nihêrî, têkildarî antrolojiyê bû. Yanî Ocalan dîroka mirovahiyê lêkolîn dikir. Wê demê mirov bêtir klasîkên rûsan, Stalîn, emperyalîzm, Kapîtala Marks dixwendin. Me Kapîtalê dixwend, lê me jê fêm nedikir. Lê Ocalan tevî vana antropolojî û dîroka mirovahiyê jî dixwend. Diyalektîkê, rêbaza diyalektîkê esas digirt. Bandora wan pirtûkan piştî 40 salan şûnde derket holê. Rojekê dema min pirtûka Ji Dewleta Sumeran Ber Bi Şaristaniya Demokratîk Ve wergirt, min fêm kir ka ji bo çi ew pirtûk dixwendin. Dema min pirtûkên wî xwendin, wê pirtûka ku 40 sal berê min dayê hat bîra min.” 
 
Ayhan, dest nîşan kir ku ji bo Ocalan bê fêmkirin divê dubare dubare bê xwendin. 
 
‘OCALAN MIROV LI DOR XWE CIVANDIN’ 
 
Ayhan, diyar kir ku di heman demê de Ocalan xwedî keseyeteke civakî ye û wê hêza wî ya bandorker di dema xwendekariya wî de jî hebû. Ayhan wiha domand: “Mesela dema Birêz Ocalan dihat baxçeyê dibistanê, mirov li dor wî diciviyan û dixwestin guhdariya wî bikin. Çimkî taybetmendiyeke wî ya wisa hebû. Mirov dikişandin cem xwe. Dema diaxivî mirov meraq dikirin. Bi terhekî cuda, bi nêzîkatiyeke cuda nêzî mijaran dibû.” 
 
Ayhan, diyar kir ku herî zêde Ocalan diçû kantîna Fakulteya Zanistên Siyasî û kesên li derdora Ocalan li wir nîqaş dikirin. Ayhan wiha axivî: “Lê belê nedixwest dema wî zêde biçe. Yanî kesayetî û nasnameyeke wî ya civakî hebû. Mesela li hemberî provakasyonên çekdarî hesas bû. Teqîna çekan wek komployeke hebe, bi endîşe nêzî wan dibû. Zaf baldar bû.” 
 
‘ÇEPGIRIYA TIRKIYEYÊ OCALAN PÊŞNIYAR KIR’ 
 
Ayhan, anî ziman ku Ocalan bi awayekî cuda nêzî kurdbûyînê û şoreşgeriyê dibû û ev sekna wî di nav tevgera sosyalist a Tirkiyeyê de bû cihê rêzgiryekê û wiha domand: “Wê demê li Tirkiyeyê PDK hebû. Kovar û pirtûkên wan jî hebûn. Lê belê Ocalan tenê nêzîkatiyeke ji bo kurdbûyînê qebûl nedikir. Nêrînên wî yên enternasyonal hebûn; mesela têkildarî geşedanên li cîhanê, têkildarî Vîetnamê. Wê demê zêde behsa têkoşînên Rizgariya Netewî ya Afrîkayê dikir. Hemû sosyalîstan Birêz Ocalan nas dikir. Heta wê demê ji bo rêxistinbûyîna ciwanan wek serok wî pêşniyar kirin. Yek ji pêşengên tevgera Devrîmcî Yolê Nasûh Mîtap wî pêşniyar kir. Ji bo Serokatiya Komeleya Xwendina Bilind a Demokratîk a Enqereyê (ADYOD) wiha got: “Namzetê min heval Abdullah e.” 
 
‘RUHÊ OCALAN Ê ENTERNASYONALÎST KOBANIYÊ RIZGAR KIR’ 
 
Ayhan, dest nîşan kir ku ew fikrên wî roja îroyîn bûne îlhama têkoşînên enternasyonalîst û bi vê perspektîfê DAIŞ têk çûye. Ayhan ji bo vê yekê mînaka Kobaniyê bi bîr xist û got avaniyên şoreşger li wir şer kirine. Ayhan wiha got: “Dizanibû ez tirkekî azeriyî me, lê belê qet bi çavekî yê dera han li min nenêrî. Bi awayekî tund li dijî nêzîkatiyên netewperest bû.” 
 
Ayhan wiha axivî: “Saetekê li cihekî rûnedinişt. Ji wir radibû diçû wir. Heycan li mirovan peyda dikir. Tim di nav lêgerînê de bû. Bi vegotina wî, wek civayê bû. Bi dilnizmiya xwe, kenê xwe û kesayetiya xwe ya parveker kesekî cuda bû.” 
 
Ayhan têkildarî tecrîdê jî ev tişt gotin: “Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, ji bo peydakirina aştî û wekheviyê pêvajoyek dest pê kir. Di vê pêvajoyê de, bi wan pêşniyarên wî yên ku di bin tecrîdeke giran de dikirin, bi deklarasyonên demokratîk gav hatin avêtin. Baweriyek li mirovan peyda bû. Paşê ji holê hat rakirin. Divê qîmeta vê yekê baş bê zanîn û wisa difikirim ji bo ev civak li welatekî hevpar bi hev re bijîn, divê ev yek dîsa esas bê girtin. Serketiyê şer tune ye. Yanî xwîn, yanî mirov, divê kes li hemberî vê xwe li bêdengiyê daneyne. Tenê ne di qada siyaseta demokratîk a HDP’ê de, li Rojhilata Navîn di mijara Ocalan de endîşeyên mirovan hene. Ji ber vê divê demildest malbata wî, parêzerên wî, heyeta Îmraliyê biçe û der barê tenduristiya wî, jiyana wî de agahiyan wergirin. Daxwaza me ev e.” 
 
MA / Selman Guzelyuz – Kenan Kirkaya 
 

Sernavên din

14/11/2017
14:45 Bîlgen: Hesabê maşîneyên Şaredariya Konya ya li Reqqa bidin gel
14:31 Îro jî li Kolana Yukselê 4 kes hatin binçavkirin
14:04 Doza hekîmên Geziyê betal bû
13:15 Binçavkirina xwendekaran hefteyek din dirêjkirin
13:09 Bîlançoya erdhejê her ku diçe giran dibe
13:02 Hewlêr referandûm bi fermî betal kir
12:33 Ji bo xatirê alîkarê wezaretê lewheya kurdî rakirin
12:26 SÎHA berdan mih bi koordînê vê girêdan!
11:57 Li Kadikoyê kesek di otomobîlê de mirî hat dîtin
11:56 Bi hinceta 'bê rayeyiyê' du dozên Yuksekdag şandin Enqereyê
11:28 Li AYM’ê qilqaliya DMME’ê: Biryar hemû wekîlên girtî eleqedar dike
11:19 Jin di lendê de hev dibînin: Em ê ji şideta mêr re serî netewînin
11:08 Parêzerên Ocalan cara 704'emîn serlêdan kirin
11:05 Dêra Ermenî terkî qedera wê hat kirin
10:57 Ehmed: Gav bi gav modela me bandora xwe li ser tevahiya Sûriye dike
10:37 5 navendên leşkerî yên Îranê ku 70 hezar çekdaran pêk tê li Sûri ne
10:27 Boblîsok li Antalyayê rabû
10:25 Kesên li dijî jin û zarokan sûc dikirin avêtine vê zindanê
10:03 Bi çekê êrîşê avahiya HDP'ê kirin
10:01 Li Rojava Rojên Sînemayê
09:38 Mislimanên Antîkapîtalîst: Erdogan kurdan terorîst dibîne
09:37 Bi bavê xwe re dest pê kir, niha tevî keça xwe dewam dike
09:36 Ji ber êrîşan dev ji dibistanê berda
09:35 Hîn jî li Dîlokê komeleyên DAIŞ'ê çalak in
09:34 ‘Rêwîtiyeke ji Enqereyê ber bi Îmraliyê ve dê pirsgirêkan çareser bike'
09:33 Bi ajotina duçerxeyan nîşan didin ku ew perçeyeke ji ekolojiyê ne
09:32 Rîtma xwezayê, ruhê zarokan û bandora kujende ya qeyûman
09:29 Di pêşangehê de eleqeyeke zêde ji bo pirtûkên teoriya peresan hebû
09:16 Qeyûm pereyê amediyan beradayî xerc dike
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2017'AN
13/11/2017
18:49 Selçuk Kozagaçli hat girtin
16:59 Hêjmara mirî û ziyana erdheja Kirmaşanê zêde dibe
15:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Îzmirê dê bi cureyên din bidome
15:38 HDP: Piştevanî êşan sivik dike
15:31 Di 2 salan de li 92 endamên ÎHD’ê 100 lêpirsîn hat vekirin
15:16 Di erdhejê de zêdeyî 300 kes mirin
14:59 Li Bêgirê bi dehan kes hatin binçavkirin
14:44 Girtiyê nexweş Babaoglu emeleyat bû
14:43 Ji Heyva Sor a Kurdistan banga hawarê
14:37 Li Yukselê 3 kes hatin binçavkirin
14:37 Nexweşxaneya Acibademê xebatkar Ilgar ji kar dûr xistin
14:27 Operasyona li Bestayê dewam dike
13:53 YPG’ê malbatên DAIŞ’iyên Rûs radestî Rûsyayê kir
13:47 Erdogan li dijî qebûlkirina kurdan diçe Rûsya
12:45 Bertekên li dijî midura got 'Berdin bila bisekitin' zêde dibin
12:34 Ji KCD, DBP û TJA daxuyaniyên erdhejê: Roj roja piştevaniyê ye
12:33 Rûniştina doza komkujiya li Pirsûsê dest pê kir
12:17 Xwendekar di hedefa polîs, rektor û nijadperestan de ne
12:10 Qeyûmê li Colemêrgê rê kolan û wisa hişt
12:05 Nivîskar Duman ê girtî 3 roj şûnde rakirin nexweşxanê
11:52 Zarokên gelan Amûdê ji tarîtiyê diparêzin
11:04 Li Enqerê operasyona medyaya civakî
10:48 DBP'ê banga piştevaniyê kir
10:30 Waliyê Kirmaşanê 3 roj şîn îlan kir
10:30 Li dijî qedexeya pirtûkan kampanyaya nameyan
10:27 Bi tembûra lîstokê heya êvarî stran Kobanê distrê
09:56 Helepçe dîsa hejiya
09:27 Dîmenê kuştina 5 sivîlên li Lîcê bi ku de çû?
09:26 Dayika 12 zarokan Bor: Karibim ez dê 12 zarokên din çêkim
09:25 Dozger hewce bi lêpirsîna kuştina zarokên Cizîrê nedît
09:24 Tanrikulu MST TV vegot: Her zilm zêde bibe xerabtir dibe
09:24 Rewşa nexweşê epîlepsî giran dibe û nayê berdan
09:23 'Jiyana jinan ne dibin yekdestdariya we deye'
09:22 Ji Fabrîqeya Şanoyê 2 lîstikên nû
09:19 MUÇEP: Divê enerjî ne şer aştiyê bafirîne
09:18 Koptaş: Di xeta AKP'ê de çand û huner pêş nakeve
09:17 Ne hilberîna zêde hilberîna rast temen dirêj e
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2017'AN
07:59 Li Kirmanşahê 164 kesan jiyana xwe ji dest dan
12/11/2017
22:43 6 kesan li Kirmanşanê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan
21:53 Silêmaniyê 7.3 pêl hejiya
21:20 Buldan: Pêdiviya Tirkiye bi Ocalan û muzakereyan heye
20:11 Polîs li Geverê çi dikolin
18:36 Parlamenterê HDP'ê Baydemir berdan
17:15 Wekîlê HDP'ê Ayhan: Tekane rojeva me rakirina tecrîdê ye
16:56 Kesekî du zarokên xwe qetil kir û întixar kir
16:41 Cerebeyên Rojava vegot: Şoreşek mezin pêk hat
15:53 Encama xelatên çîrokên Şerzan Kurt aşkere kirin
15:47 Çalakiya grevê koma nû dewr girt
14:31 Di roja dawî de eleqeya ji bo TUYAP'ê zêde bû
14:14 Jinên Amedî li dijî talankirina xwezayê pedal zivirandin
14:08 Li Kolana Yukselê êrîş: 7 kes hatin binçavkirin
14:04 Gelek kes li Bismil hatin binçavkirin
13:49 Greva birçîbûnê ya Wanê bi dawî bû
13:42 Qedexe 4 taxên Mêrdînê rabû
13:34 Qeyûmê Mêrdînê ‘Rêveberiyên cewherî’ rakir
13:20 Gerîlayê Fîlîpînê Danîlo Borjan: Desthilatdarî nade, em distînin
12:14 Endamê HDP'ê bi hevjîna xwe re hat binçavkirin
12:03 Bîlgen: Tecrîd, dijderketina li dijî pêşketinên Rojhilata Navîn e
11:40 Xebatkara Rojnameya Welat hat binçavkirin
11:25 Li her buhusta axa Koço şopên fermanê tê dîtin
10:35 Piştî hezazê buhayê komirê zêde bû
10:08 Trênê li mînîbûsê da: 2 kes mirin 2 kes birîndar bû
10:04 Heta 15 salan ji xebatkarên Azadiya Welat ceza tê xwestin
09:57 Zarokê 4 salî yê ket çalika şaredariyî vekirî, mir!
09:53 Qeyûmê Mêrdînê 'Xwerêveberiyên cewherî' parast
09:52 Polîsan got ‘hûn hemû ermenî ne’, nehiştin cenaze bê şûştin
09:49 TJA: Li hemberî hebûna jinê qirkirinek heye
09:27 ‘Me klasîkên rûsan dixwendin, Ocalan jî dîroka mirovahiyê dixwend’
09:26 Qedexeyê mala wan xera kir û nikare derman bibe