‘Me klasîkên rûsan dixwendin, Ocalan jî dîroka mirovahiyê dixwend’ 2017-11-12 09:27:31 ENQERE – Abdurrahman Ayhan ku li Enqereyê di dema xwendekariyê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas dike wiha got: “Me hemûyan klasîkên rûsan û Kapîtalê dixwend, Ocalan li gel vana dîroka mirovahiyê, antrolojiyê dixwend.”  Abdurrahman Ayhan ku di dema xwendekariyê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas dikir û niha ji bo dawî li tecrîda li ser Ocalan bê di greva birçîbûnê de ye, behsa Ocalan kir. Ayhan ku got “Naskirina Birêz Ocalan rûmet e” wiha got: “Di warê kesayetiyê de nedişibiya kesayetiyên ciwanên wê demê.”    Ayhan, anî ziman ku Ocalan kesekî ku tim dixwend, mirov li dor xwe dicivandin û carinan jî mirovekî “bi tenê dima û bi tenê dimeşiya” bû. Ayhan ev tişt gotin: “Tim dixwend. Bi taybetî jî ji nêz ve bala wî li ser dîroka mirovahiyê bû. Min di sala 1975’an de Birêz Ocalan nas kir. Bi tena serê xwe digeriya. Dihat li baxçeyê dibistanê rûdinişt. Jixwe nû ji girtîgehê derketibû. Wê demê ji ber qetilkirina Mahîr Çayanan şermezar kiribû hatibû girtin û 6 mehan girtî mabû. Dema ji girtîgehê derket, ciwanên şoreşger bi ser xwe de hatin. Em di dema xwendekariyê de rastî hev hatin. Rojekê pirtûkek ji min xwest. Min ji pirtûkxaneya Fakulteya Siyasalê ew pirtûk wergirt. Min li pirtûkê nihêrî, têkildarî antrolojiyê bû. Yanî Ocalan dîroka mirovahiyê lêkolîn dikir. Wê demê mirov bêtir klasîkên rûsan, Stalîn, emperyalîzm, Kapîtala Marks dixwendin. Me Kapîtalê dixwend, lê me jê fêm nedikir. Lê Ocalan tevî vana antropolojî û dîroka mirovahiyê jî dixwend. Diyalektîkê, rêbaza diyalektîkê esas digirt. Bandora wan pirtûkan piştî 40 salan şûnde derket holê. Rojekê dema min pirtûka Ji Dewleta Sumeran Ber Bi Şaristaniya Demokratîk Ve wergirt, min fêm kir ka ji bo çi ew pirtûk dixwendin. Dema min pirtûkên wî xwendin, wê pirtûka ku 40 sal berê min dayê hat bîra min.”    Ayhan, dest nîşan kir ku ji bo Ocalan bê fêmkirin divê dubare dubare bê xwendin.    ‘OCALAN MIROV LI DOR XWE CIVANDIN’    Ayhan, diyar kir ku di heman demê de Ocalan xwedî keseyeteke civakî ye û wê hêza wî ya bandorker di dema xwendekariya wî de jî hebû. Ayhan wiha domand: “Mesela dema Birêz Ocalan dihat baxçeyê dibistanê, mirov li dor wî diciviyan û dixwestin guhdariya wî bikin. Çimkî taybetmendiyeke wî ya wisa hebû. Mirov dikişandin cem xwe. Dema diaxivî mirov meraq dikirin. Bi terhekî cuda, bi nêzîkatiyeke cuda nêzî mijaran dibû.”    Ayhan, diyar kir ku herî zêde Ocalan diçû kantîna Fakulteya Zanistên Siyasî û kesên li derdora Ocalan li wir nîqaş dikirin. Ayhan wiha axivî: “Lê belê nedixwest dema wî zêde biçe. Yanî kesayetî û nasnameyeke wî ya civakî hebû. Mesela li hemberî provakasyonên çekdarî hesas bû. Teqîna çekan wek komployeke hebe, bi endîşe nêzî wan dibû. Zaf baldar bû.”    ‘ÇEPGIRIYA TIRKIYEYÊ OCALAN PÊŞNIYAR KIR’    Ayhan, anî ziman ku Ocalan bi awayekî cuda nêzî kurdbûyînê û şoreşgeriyê dibû û ev sekna wî di nav tevgera sosyalist a Tirkiyeyê de bû cihê rêzgiryekê û wiha domand: “Wê demê li Tirkiyeyê PDK hebû. Kovar û pirtûkên wan jî hebûn. Lê belê Ocalan tenê nêzîkatiyeke ji bo kurdbûyînê qebûl nedikir. Nêrînên wî yên enternasyonal hebûn; mesela têkildarî geşedanên li cîhanê, têkildarî Vîetnamê. Wê demê zêde behsa têkoşînên Rizgariya Netewî ya Afrîkayê dikir. Hemû sosyalîstan Birêz Ocalan nas dikir. Heta wê demê ji bo rêxistinbûyîna ciwanan wek serok wî pêşniyar kirin. Yek ji pêşengên tevgera Devrîmcî Yolê Nasûh Mîtap wî pêşniyar kir. Ji bo Serokatiya Komeleya Xwendina Bilind a Demokratîk a Enqereyê (ADYOD) wiha got: “Namzetê min heval Abdullah e.”    ‘RUHÊ OCALAN Ê ENTERNASYONALÎST KOBANIYÊ RIZGAR KIR’    Ayhan, dest nîşan kir ku ew fikrên wî roja îroyîn bûne îlhama têkoşînên enternasyonalîst û bi vê perspektîfê DAIŞ têk çûye. Ayhan ji bo vê yekê mînaka Kobaniyê bi bîr xist û got avaniyên şoreşger li wir şer kirine. Ayhan wiha got: “Dizanibû ez tirkekî azeriyî me, lê belê qet bi çavekî yê dera han li min nenêrî. Bi awayekî tund li dijî nêzîkatiyên netewperest bû.”    Ayhan wiha axivî: “Saetekê li cihekî rûnedinişt. Ji wir radibû diçû wir. Heycan li mirovan peyda dikir. Tim di nav lêgerînê de bû. Bi vegotina wî, wek civayê bû. Bi dilnizmiya xwe, kenê xwe û kesayetiya xwe ya parveker kesekî cuda bû.”    Ayhan têkildarî tecrîdê jî ev tişt gotin: “Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, ji bo peydakirina aştî û wekheviyê pêvajoyek dest pê kir. Di vê pêvajoyê de, bi wan pêşniyarên wî yên ku di bin tecrîdeke giran de dikirin, bi deklarasyonên demokratîk gav hatin avêtin. Baweriyek li mirovan peyda bû. Paşê ji holê hat rakirin. Divê qîmeta vê yekê baş bê zanîn û wisa difikirim ji bo ev civak li welatekî hevpar bi hev re bijîn, divê ev yek dîsa esas bê girtin. Serketiyê şer tune ye. Yanî xwîn, yanî mirov, divê kes li hemberî vê xwe li bêdengiyê daneyne. Tenê ne di qada siyaseta demokratîk a HDP’ê de, li Rojhilata Navîn di mijara Ocalan de endîşeyên mirovan hene. Ji ber vê divê demildest malbata wî, parêzerên wî, heyeta Îmraliyê biçe û der barê tenduristiya wî, jiyana wî de agahiyan wergirin. Daxwaza me ev e.”    MA / Selman Guzelyuz – Kenan Kirkaya