AGIRÎ- Hevşaredarên HDP'î yên Şaredariya Bazîdê Yildiz Acar ve Cesîm Çakan, ji ber bi ser ketin malavayiya gel kirin û gotin, ew ê di demeke kurt de peykerê Ehmedê Xanî çêbikin ku qeyûm rûxandibû.
HDP'ê careke din Şaredariya Bazîdê ku qeyûm tayînî wê hatibû kirin bi bi dest xist. HDP, di hilbijartina 31'ê Adarê de li Bazîda Agiriyê 68,3 ji sedî deng girtin û careke din bi ser ket. Hevşaredarên Bazîdê Yildiz Acar û Cesîm Çakan, ji ber bi ser ketin malavayiya gel kirin.
'MALA NEVIYÊN EHMEDÊ XANÎ AVA'
Hevşaredar Çakan, diyar kir ku Bazîd keleha Serhedê ye û bi bîr xist careke din partiya wan bi ferqeke mezin bi ser ketiye. Çakan, destnîşan kir ku gelek pirsgirêkên ku divê demildest bên helkirin hene û got: "Lê em ê pêşî peykerê Ehmedê Xanî çêbikin. Qeyûm peykerê Xanî rûxandibû û me soz dabû ku em ê careke din çêbikin. Em ê di demeke kurt de bi merasîmeke bihişmet ji nû ve bi cih bikin. Bila gelê Bazîdê bi me bawer be. Em ê bi hev re bi rê ve bibin û bi hev re navçeya xwe xweşik bikin. Em malavayiya gelê Bazîdê û neviyên Ehmedê Xanî dikin. Em soz didin em layiqê wan bin."
'JINAN HÊZEKE MEZIN LI HÊZA ME ZÊDE KIR'
Hevşaredar Yildiz Acar jî got: "Gelê me Bazîdê ji dest qeyûm derxist û diyarî me û xwe kirin. Gelê me bi awayekî zêde xebitî û niha fêkiya wê girt. Em malvayiya gelê xwe dikin. Di serketinê de keda jinê zêde ye. Jinan tim anî ziman ku HDp partiyeke jina ye û di HDP'ê de bêtir û rihetir xwe îfade dikin. Di hilbijartinê de jinan hêzeke mezin li hêza me zêde kir."
Acar, bilêv kir ku qeyûm çawa hatiye êrîşî nirxên çandî yên navçeyê kiriye û rûxandina peykerê Xanî bi bîr xist. Acar, anî ziman ku di dema xebatên hilbijartinê de ji wan xwestiye peykerê Xanî bê çêkirin. Acar got: "Helbet em ê jî bi xebateke baş peykerê Xanî çêbikin. Çimkî Xanî ji bo me nirxekî pir mezin e."
SAZIYÊN HATIN GIRTIN
Acar, diyar kir ku xebatên wan ên der barê jinan de jî hene û ew ê saziyên jinan ku qeyûm girtibûn ji nû ve vebikin. Acar, got: "Li taxan cilşoyên me hebûn, girtin. Kreşên zarokan ku bi zimanê zikmakî perwerdehî didan hatin girtin. Midûriyetên me yên jinan girtin. Hundurê Navenda Jin û Zarokan a Tendurisyiyê û avahiya Ayşenûr Zarakolû hatin valakirin û ji bo tiştên din hatin bikaranîn. Lê em ê van qadan dîsa vebikin û dest bi fealiyetên xwe bikin. Niha pirsgirêkên bingehîn ên bajêr rê û av e. Em ê qadên çandî jî zêde bikin. Wê deriyê şaredariya me ji bo gel vekirîbe."