ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" aqûbeta nivîskar Sabahattin Alî pirsîn.
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê, bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 475’an de li navçeya Konak kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de Revebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Caner Canli, bal kişand ser Nivîskar Sabahattîn Alî yê di 31'ê Adara 1948'an de dema çû Stenbolê û winda bû. Canli, anî ziman ku Sabahattin Ali, di 2'ê Nîsana 1948'an de dema xwest di deriyê sînorê Kirklarelî re derbas bibe bi lêdanê hat kuştin û wiha got: "Cenazeyê Alî piştî çend meh şûnde ji aliyê şivanan ve hat dîtin û piştre cenaze hat windakirin. Hêj gorek Sabahattin Alî tune ye." Canli, xwest midûriyeta giştî ya Arşivê dewletê agahiyên der barê Sabahattin Alî de bi raya gişti parve bike.