ENQERE - Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kirin ku li Girtîgeha Şakranê Orhan Çaçan ê di grevê de teşhîsa weremê lê kirine. Înisiyatifê bang li rayedaran kir û xwest rayedar bi lez gavan bavêjin.
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 240'an de li pêş şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê kom bûn û daxuyanî dan. Li ser navê înîsiyatifê Serpil Koksal daxuyanî da û wiha got: "Li Girtîgeha Tîpa T-2 a Şakranê Orhan Çaçan ku 10 rojin di greve deye, teşhîsa veremê lê kirine. Leyla Guven 150 rojin di grevê de ye. Sazî û rêxistinên têkildar, ji bo ku daxwazên çalakgeran pêk bê û dawî li çalakiyên xwe bînin divê gavan bavêjin. Girtiyên ku ketine grevê êdî pirsgirêkên wan ên tenduristiyê derdikevin der. Girtî êdî nikarin bibînin, xwîn ji devê wan tê. Sergejî û serêş li wan pir zêde bûye. Li aliyêdin girtiyên ketine grevê zext li ser wan zêde bûne. Girtiyên di çalakiyê de rasti cezayê dîsîplînê tên. Hevditina wan a bi parêzeran re bi sînor kirine. Rojnameyan nadin wan û mafê wan ê ragihandinê bi sînor kirine. Niha grev li hemû girtîgehan belav bûye û divê Wezareta Dadê êdî vê daxwaza wan bibîne.
Orhan Çaçan, 21 salin girtî ye. Hiştî 10 rojan ket grevê bi awayekî pir zêde kilo winda kirin. Ji ber bi lez kîlo winda kirin derket revirê. Ji wir jî sewqî nexweşxaneyê kirin. Li nexweşxaneyê jî teşhîsa veremê lê kirine. Çaçan, di 9'ê Adarê de name şand û diyar kir ku ew avêtine odeya yek kesî."
Koksal, bang li rayedaran kir kû xwest têkildarî mijarê gavan bavêjin û hesas tev bigerin.