BEDLÎS - HDP'ê derbarê encamên hilbijartinê yên Bedlîs û Tetwanê de, li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr îtîraz kiribû, lê îtîraza wan hat red kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê encamên hilbijartinê yên Bedlîs û Tetwanê de, li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr îtîraz kiribû, lê îtîraza wan hat red kirin. Îtîraza HDP’ê ya ji bo hejmartina 2 hezar û 276 dengên hatin betalkirin û lêkolînkirina ferqa 275 denga ya li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ve jî hat redkirin.
Li aliyê din serlêdana HDP’ê ya ji bo Bedlîsê jî ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ve hat redkirin û hat payîn ku HDP piştî van îtîrazan dê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bide.