AMED/ MÊRDÎN - 287 Rêxistinên Demokratîk û kedê, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya hezaran girtiyên siyasî û dehan siyasetmedarên li derve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê de ne, bang li hikûmetê û cemaweriyê kirin û gotin: "Em weki sazîyên ked û demokrasiyê bang li îktîdarê dikin û dixwazin vê pirsgirêkê li gorî hiqûqa gerdûnî çareser bikin." Li Mêrdîn ji bo 8 saetan dest bi nobeta "Mafê Jiyanê" kirin.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir di roja 150'yemîn de didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 137'an de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 111'emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 112 roj in didome. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 37'emîn de didome.
Ji 17 bajaran 287 Rêxistinên sivîl û demokratîk bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku 150 rojin di grevê de ye û bi hezaran girtiyên siyasî li girtîgehan di grevê de ne, li Otelek li Navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniya hevpar dan. Saziyan li salonê pankarta mezin a “Em li dijî mirinê mafê jiyanê diparêzin" vekirin û daxuyanî dan. Li ser navê saziyan Berdevkê Demî yê Platforma Ked û Demokrasiyê Mehmet Şirin Gurbuz daxuyanî da.
Gurbuz anî ziman ku demokrasî huqûq û nirxên gerdûnî ji bo bihevrebûna civakan û her waha ji bo veguhestina ji nifşên din re pêdivîyeke hêja ye û wiha got: "Demokrasî mixabin li welatê me di du salên dawîyê de ji rastîya xwe dûr ketîye. Demokrasî û huqûq li welatê me qaşo bê parastin jî, xwe bi kiryarên antîdemokratîk dide der. Li ser vê riyê bi hezaran mirov jiyan û azadiya xwe feda kirine."
Gurbuz, bal kişand ser armanca têkoşîna saziyên kedê û wiha berdewam kir: "Krîter û tekoşîna me yê saziyên civaka sîvîl avakirina demokrasî û aşitiya civakî ye. Saziyên civaka sivîl ji zayîna xwe ve parastin û pêşxistina jiyana mirovan ji xwe re kirine armanc. Em jiyana mirovan di ser hemû têgeh û tirsan re digirin û tendûristî û jiyana mirovan dikin rojeva xwe ya yekemîn. Em niha li welatê xwe bi qeyranek siyasî re rû bi rû ne. Hemû civak bi zextan tê bêdeng kirin, mafê herî bingehîn yê mirovahiyê jî tê asteng kirin. Vê rewşa antîdemokratîk a ku ji huqûqê dûr ketiye, me dike nava fikaran. Li hember van bûyeran ji aliyê hevseroka KCDê birêz Leyla Guven ve greva birçîbûnê hatiye destpêkirin û ev çalakî li welat û li derveyî welat ji aliyê bi hezaran kesî ve tê domandin. Ji niha û pê ve êdî rewşa çalakgeran hatiye asteke xetere. Ligel vê xetereyê mixabin ji zindanan nûçeyên mirina tên. Bi taybetî jî bêdengiya îqtîdarê fikara me zêdetir dike. Heger pêvajo bi vî awayê bidome mixabin wê mirin zêdetir bibin. Ev jî wê rê li ber aşitiya civakî û demokrasiyê bigire û her wiha wê bibe sedema birînên mezin. Ji ber ku destûr nayê dayîn ku lijneyên ser bi xwe yên bijîşkan herin girtîgehan, em ji rewşa çalakgeran agahdar nînin. Li gor ragihandina parêzer û xizmên çalakgeran, çalakger lewaz dibin û êdî rewşa wan di xetereyê dene. Li hinek girtîgehan vîtamîna B1ê, xwey û şekir nayê dayîn."
Gurbuz, herî dawî bang li îktidarê kir û wiha bi dawî kir: "Em weki sazîyên ked û demokrasiyê bang li herkesî dikin ku ji bo aşitiya civakî li gorî berpirsiyariya xwe yê exlaqî û wujdanî tev bigerin. Ji bo mafê aşitî û jiyanê em bang li îqtîdarê dikin ku ev pirsgirêkê li gor nirxên huqûqiyên gerdûnî çareser bike." Pişti daxuyaniye li Şaxa 1'emin a Egitim Senê ya Amedê dest bi Nobeta Jiyane kirin
MÊRDÎN
Platforma Ked û Demorasiyê ya Mêrdînê jî bi heman armancê daxuyanî da. Endam û nûnerên Platformê li avahiya Platforma Şaxan a KESK'ê ya Mêrdînê daxuyanî da. Liser navê platformê Berdevkê Demî yê Platformê Mustafa Bozan daxuyani da. Bozan, bang li hikûmet û dewletê kir û xwest li pîvan û rêgezên hiqûqa navneteweyî tev bigerin û pîvanên hiqûqê pêk bînin. Di daxuyaniyê de komê dirûşme berz kirin û piştî daxuyaniyê nûnerên saziyên sivîkî ji bo 8 saetan dest bi nobeta “Nobeta Mafê Jiyanê" kirin