ŞIRNEX - Malbata Pamay, piştî cenazeyê Mahsûm Pamay ê li Xarpêtê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî, li Cizîrê defin kirin mala şîn danîn. Piştî malbatê şîn danî bi tevlêbûna endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê gel bi girseyî malbat ziyaret kir. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, xwest bêdengiya li dijî tecridê bi lez bi dawî bibe û her kes piştgiriyê bidin çalakgeran.
Malbata Pamay, cenazeyê kurê xwe Mahsûm Pamay ê 22 salî ku li Girtîgeha Tîpa Tîpa T- 1 a Xarpêtê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî, li navçeya Cizîr a Şirnexê defin kirin. Malbatê piştî cenaze defin kirin ji bo şînê mala sersaxiyê vekirin. Malbatê ku li Mizgeftek li Taxa Dagkapi şîn danî, gel bi girseyî çûn cihê şînê û sersaxî ji malbatê xwestin. Parlamenterên HDP'ê Hasan Ozguneş û Huseyin Kaçmaz û Namzetên Hevşaredariyê yên Cizîrê Mehmet Zirig û Berivan Kutlu jî tev li girseyê çûn malbat ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê xwestin. Di ziyareta sersaxiyê de Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasan Ozguneş, anî ziman ku malbatên zarokên wan di grevê de ji Amedê çûn Enqereyê û xwestin daxwazên zarokên xwe bînin ziman û wiha got: "Li girtîgehan çalakiyên grevê berdewam dikin. Lê hêj hikûmet li hemberî daxwazên girtiyan bêden in. Hevalên me yên li girtîgehê ji ber vê bêdengiya hikûmetê ji bo dengê xwe bilind bikin dawî li jiyana xwe tînin. Ji bo em rê li pêş mirinê bigirin divê em berî her tiştî em tecrîdê bi dawî bikin û daxwazên girtiyan pêk bînin. Bêdengî mirinê zêde dike. Bêdengî mirinê tîne. Divê em dengê xwe bêtir bilind bikin û vê bêdengîyê xera bikin."