STENBOL - Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz têkildarî geşedanên li Sûriye pêş dikevin anî ziman ku piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li gel Koalîsyona Navneteweyî DAIŞ têk birin, QSD ji bo pêşeroja Sûriye bûye aktorek pir muhîm. Pekoz, da zanîn ku ger Şam bi QSD'ê re li hev neke, nikare îstîkrara polîtîk ava bike. Pekoz, bal kişand ser rewşa Idlibê jî û da zanîn ku li Idlibê bi awayekî fîîlî şer dest pê kiriye.
Hêsên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di operasyona dawî ya li Gundê Baxozê ya Dêra Zorê dawî li DAIŞ'ê anî. Piştî pêngava duyemîn Bahoza Cizîrê QSD'ê dawî li hebûna eskerî ya DAIŞ'ê anî. Têkildarî tunekirina DAIŞ'ê û pêşeroja Sûriye û Rojhilata Navîn pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Pekoz, anî ziman ku QSD'ê û Hêzên Koalisyona Navneteweyî bi hevre operasyon pêk anîn û dawî li DAIŞ'ê anîn û wiha got: "DAIŞ'e serweriya xwe ya axê winda kir. DAIŞ di milê eskerî de têk çû. Lê nayê wateya ku DAIŞ bi temamî têk çûye. Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, DYA, Rûsya û Çinê, Îran û Yekitiyên Ereb wekî serekftinek pir girîng girtin dest. Têkçûna DAIŞ'ê dê bandorek xwe ya erênî li ser herêmê bike. Niha pêşeroja Sûriye ya politîk tê niqaşkirin. Divê êdî teqes QSD wekî hês bê dîtin û hesabê wê bê kirin. Nûnerê Konseya Ewlehiya NY'ê yê Sûriye diyar kir ku divê QSD li Sûriye li ber çavan bê girtin û esas bê girtin. Serkeftina QSD'ê dê bandora xwe li ser polîtîkayên DYA û Rûsya ya li hemberî Sûriye jî bike. Têkçûna DAIŞ'ê, dê bibe sedem ku Sûriye di milê eskerî de jî pêş bikeve. Piştî Idbilê divê Sûriye parametreyên xwe yên polîtîk ji nûve diyar bike."
'DYA DI MILÊ POLÎTÎK DE WÊ BÊTIR PIŞTGIRIYÊ BIDE QSD'Ê'
Pekoz, da zanîn ku têkçûna DAIŞ'ê ya li Sûriye, wê polîtikayên DYA ya li ser Sûriye diyar bike û wiha axivî: "DYA wê di milê polîtîk de bêtir piştgiriyê bide QSD'ê. Ji bo helwesta xwe ya politik zelal bike û statuyekê bide QSD'ê wê bêtir çalak tev bigere. Rûsya jî nikare vê hêz û serkeftina QSD'ê paşguh bike. Li Dêra Zor û Heqil Omer bi merasimekê serkeftina li dijî DAIŞ'ê hat îlankirin. Alên QSD û DYA li tenişta hev hildan jor. Ji aliyê sembolîk wêdetir bandora wê ya eskerî û polîtîk bêtir wê derkeve pêş. Serkeftina QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê bê bêtir bandorê li ser polîtîkayên DYA ya li hemberî Sûriye bike. Ji niha û şûnde ger ku Rûsya di milê dîplomatîk de bi QSD'ê re hevdîtin bike jî nabe suprîz. Divê di milê polîtîk de heqê serkeftina eskerî ya QSD'ê bidin. Her çend Trump got 'Em ê vekişin' jî Pentagon îlan kir ku hêza xwe tevî venakişînin. Ji ber ku Pentagon dizane bêyî QSD'ê nikare li herêmê tiştekî bike. Planên DYA yên li Sûriye de ji bo demek kurd in. Demdirêj in. Perçeyê plana stratejik e.
RÛSYA Û DYA LI SER PÊŞEROJA SÛRIYE YA ESKERÎ HEMFIKIR IN
Serfermandarê Artêşê yê DYA Orgeneral Joseph Dunford û Serfermandarê Artêşê yê Rûsya Valeriy Gerasimov, di 4'ê Adara 2018'an de li Viyana hatin cem hev. Di mijara wan a sereke de pêşeroja Sûriye ya eskerî û polîtik hebû. Wisa xuya dike ku Rûsya û DYA li ser pêşeroja Sûriye ya eskerî li ser fikrekê bûne yek. Dema mirov li nirxandinên saziyên diyarkirina stratejiyan a Washington û Moskova dinere, DYA û Rûsya, piştî têkçûna DAIŞ û Heyeti Tahrir Şamê li ser nexneşa polîtîk a pêşeroja Sûriye li hev kirine. Xuya dike ku pêşeroja polîtîk a Sûriye li ser hevsengiya di navbera QSD'ê ku navenda wê PYD ye û Rejîma Esad hatiye avakirin. Nûnerê Taybet ê NY'ê yê Sûriye Geîr Pedersen diyar kir ku di pêşeroja Sûriye de QSD aktoreke sereke ye."
DYA LI ŞÛNA TIRKIYE QSD ESAS GIRT
Mustafa Pekoz, bal kişand ser nêzîkatiya DYA ya li hemberî Tirkiye û QSD'ê û wiha berdewam kir: "Tirkiye ji bo li gel DYA li dijî DAIŞ'ê şer bike gelek caran hevdîtin pêk anî. Lê DYA li şûna Tirkiye biryar daku bi QSD'ê re li dijî DAIŞ'ê şer bike. Ji ber ku dizanîbû Tirkiye ne xwecihê wir e. û nikare mayinde bimîne. Ji ber ku QSD hem hêza nijtecih bû hem jî hêzek xurt û sadiq bû. Ji ber vê yekê QSD esas girt. Dîsa Îran di milê eskerî û şerê bejayî de ji bo Sûriye aktorek girîng e. Dema li gorî stratejiya diyar kiriye pêş bikeve wê di milê jeo-politik de xwe bigîne Derya Spî. Ji ber vê yekê Tahran, wê heta dawî piştgiriyê bide Esad. Lê nikare serkeftina DSG’ê ya eskerî polîtîk tune bibîne. Ji ber vê yekê bazara di navbera QSD û Tahranê de divê ne surprîz be. Esad di diyarkirina polîtîka Sûriye de zêde ne xwedî rol e. Berî her tiştî hevsengiya DYA û Rûsya wê bi bandor be. Esad mecbûrî bi QSD'ê re li ser masê rûnê."
LI IDLIBÊ ŞER DEST PÊ KIRIYE
Pekoz, bal kişand ser rewşa Idlibê jî û wiha bi dawî kir: "Li Idlibê bi awayekî fîîlî şer dest pê kiriye. Bi taybeti di 3 hefteyên dawî de li herêma Hama şer dest pê kiriye. Otobanên M-4 û M-5 xistine bin kontrolê. Şerê ku hêzên navneteweyî bi awayekî fermî îlan nekiribe jî bi awayekî fîilî dest pê kiriye. Îhtîmala ku şerê li Idlibê di gelek milan de ji bo Tirkiye rê li pêş pirsgirêkên nû veke pir zêde ye. Yek; Bi deh hezaran mîlîtanên rêxistina radîkal wê tevî çekên xwe mecbûrî derbasî herêma Hatayê bibe. Ya Duyemîn; Wê pêla koçberiyek mezin dest pê bike. Ev wê bi awayekî pir dijwar zorê li Enqere bike.
RÛSYA JI BO TIRKIYE EFRÎNÊ TESLÎMÎ REJÎMA ESAD BIKE WÊ GAVAN BAVÊJE
Rûsya ji bo ku Tirkiye axa Efrîn û El Babê ku dagir kiriye teslîmî rejîma Esad bike, wê piştî rewşa Idlibê hin gavan bavêje. Erdogan di milê Idlibê de tu sozên ku dabû Putîn pêk neani. Rûsya ev yek ji bîr nekiriye û nîşe girtiye. Lê Moskova, ji ber S-400’an dixwaze krîza di navbera Enqere û Washingtonê de kûr bibe. Ji ber vê yekê zextan li ser Erdogan dike.
Trump girên Golanê da Îsralîlê û erê kir. Serokomar Erdogan bertek nişan ve yekê da û got: "Tu axa kê dide kê?' Ev yek tê wateya ku ‘Axa Afrîn û Elbab bê valakirin' Ji ber Erdogan vê yekê dibîne bertek nîşanî Tramp dide.
MA / Ferhat Çelik