ÎZMÎR – Hat diyarkirin ku girtiyên nexweş Abdûrrahman Yildirim û Firat Yagmekan nayên tedawîkirin. Malbatan, diyar kir ku girtîgeha dixwaze zarokên wan bimire û bang li her kesî kirin ku li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bilind bikin.
Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Jimare 3'yan a Tîpa T a Şakranê girtiyê nexweş Abdûrrahman Yildirim û li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kiriklarê Firat Yagmekan nayên tedawîkirin.
Yildirim, 25 sal in girtiye û cezayê muebetê lê hatiye birîn; Yagmekan jî 13 sal in girtiye.
Dayik Vesîle Yildirim, anî ziman ku 25 sal berê kurê wê li Dersimê di pevçûnekê bi birîndarî hatiye zevtkirin û girtin û ji ber di serê wî de perçeyên şarapnelê hene çend caran emeliyat bûye û ji ber hin perçe wê zirarê bidin mejiyê wî nehatine derxistin. Yildirim got: "Hin perçe hatin derxistin, lê du heb mane. Ji ber vê rewşa wî nebaş e. Tim ji ser hişê xwe diçe." Yildirim, bilêv kir ku bijîşkan gotiye emeliyata kurê wê tenê li derveyî welat tê kirin û ji bo vê gelek caran serî li Wezareta Dadê dane. Yildirim, destnîşan kir ku kurê wê nayê tedawîkirin û diviya kurê wê bi awayekî rêk û pêk biçe nexweşxaneyê lê belê wî nabin, niha tenê dermanan didin.
'EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Yildirim, bal kişand ser grevên birçîbûnê jî û bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dengê xwe bilind bikin.
NABIN NEXWEŞXANEYÊ
Sûltan Yagmakan, dayika Firat Yagmakan, diyar kir ku nexweşîna hemoroît, fitiq, Hepatît B li kurê wî peya bûne û ji ber van nexweşîna kurê wê 5 caran emeliyat bûye. Yagmakan, got: "Ji ber Hepatît B divê xwîna wî tim bê guherandin. Lê nayê tedawîkirin. Wexta dibin nexweşxaneyê jî bijîşk mudaxile nakin. Carinan kurê min dixwaze biçe nexweşxaneyê, lê rêveberiya girtîgehê dibêje 'leşker tune ne, em nikarin bibin.'"
Dayik Yagmakan, anî ziman ku keçeke 14 salî ya kurê wê heye û ji ber bavê wê girtiye li ber dikeve. Yagmakan, got: "Bi vê dewletê re wijdan û hiqûq tune ue. Lê çi dibe bila bibe heta em sax bin em ê bitêkoşin. Li girtîgehan çi biqewime, berpirsiyar dewlet e."