WAN - Bekir Aydin, birayê Erhan Aydin ê 26 salî ku li Girtîgeha Tekirdagê 101 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, got: "Ji bo aramiyê divê tecrîd bi dawî bibe."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 150'î de didome. Bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyî didome. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Erhan Aydin ê 26 salî ye. Aydin, li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Tekirdagê 101 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Aydin, di 15 salaiya xwe de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 11 sal in girtiye. Her wiha di sala 2012'an de jî ketiye greva birçîbûnê.
'BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE'
Birayê wî Bekir Aydin ku hefteya borî birayê xwe dît, diyar kir ku birayê wî gotiye heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wî dewam bike. Aydin, bilêv kir ku ew dixwazin rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe û got: "Em dixwazin rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe da her kes bi aramî bijî. Birayê min zihîf bûye, lê moralê wî pir baş e. Em bang dikin, bila tecrîd bi dawî bibe da êdî dayik negirîn."