AMED - Hevşaredarên HDP'ê yên Erxeniyê Ahmet Kaya û Meryem Yildiz mazbatayên xwe girtin.
Di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP'ê li Erxeniya Amedê 55.85 ji sedî deng girtin û bi ser ket. Îro Hevşaredarên Erxeniyê Ahmet Kaya û Meryem Yildiz tevî endamên meclîsa şaredariyê çûn Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê û mazbatayên xwe girtin û rêveberî ji Hevşaredarê DBP'î Ramazan Kartal dewr girtin.