ŞERNEX - Li Silopiyayê Hevseroka HDP'a Navçeyê Fatma Gunduz, Behiye Nayir, dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê ku di dema qedexeya derketina derve de hat kuştin û Dayika Aştiyê Emîne Ozek hatin binçavkirin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê û gundên girêdayî navçeyê avêtin ser malan. Di avêtina ser malan de Hevseroka HDP'a Silopiyayê Fatma Gunduz, Behiye Nayir, dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku 3 sal berê di dema qedexeya derketina derve de tevî du hevalên xwe hat kuştin û Datka Aştiyê Emîne Ozek hatin binçavkirin.
Nehat hînbûn her sê kes ji ber çi hatine binçavkirin.