AMED - Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, diyar kir ku hevalên wan ê parêzer ji ber xebatên xwe li kolanan, edliyê û qereqolan rastî êrîşan tên û got: “Sedema krîzên aborî, civakî û siyasî yên li Tirkiyeyê tên jiyîn nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka gelê Kurde.”
Baroya Amedê ji bo bîranîna Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin, di hefteya 170’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Serokê Baroyê Cîhan Aydin û komek parêzer beşdarî çalakiyê bûn. Serokê Baroya Amê Cîhan Aydin di çalakiyê de axivî û wiha got: “40 meh bi ser qetilkirin Elçî re derbas bûn. Baroya ma rapora ji aliyê Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londra ve hatibû amadekirin, di 14’ê Kanûna 2018’an de pêşkêşî Serdozgeriya Komarê kir. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di 8’ê Adara 2019’an de dosyeya lêpirsînê bi awayekê xwelî ji Saziya Tipa Edlîre dişîne. Saziya Tipa Edlî jî divê demildest rapora xwe ya derbarê vê mijarê de amade bikin û pişkeşî dozgerê lêpirsînê bike.”
JI BO VÎNÊ RÊZ BIGIRIN
Aydin, da zanîn ku wan di pêvajoya propagandeya hilbijartina herêmî de şahîdiya gotinên cihêkarî, dubendî, kîn û dijminantiyê kirin û wiha got: “Pêvajoya propagandeyê di şert û mercên ne adîlane çêbû. YSK’ê ev pêvajo nekarî baş bi rêve bibe. Di serî de hikûmet divê hemû kes rêzê bidin vîna ji sindoqan derketî.”
ÇALAKIYÊN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
Aydin, bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên dewam dikin û wiha pê de çû: “Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ev 149 rojin di greva birçîbûnê deye. Di 1’ê Adarê de jî li tevahiya girtîgehan bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Em dixwazin carek din bala raya giştî bibin ser grevên birçîbûnê. Leyla Guven û girtî dixwazin berî her tiştî tecrîd li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe, malbat û parêzerên wî biçin hevdîtine. Dîsan bi heman daxwazê 6 girtiyan ji 18’ê Adara 2019’an ve dawî li jiyana xwe anîn. Divê demildest rayedar dest bi hewldanên çareseriyê bikin. Divê mafên Abdullah Ocalan bên dayîn. Malbat û parêzer biçin hevdîtin û dawî li întîharên girtîgehan bên.”
‘SEDEMA KRÎZAN PIRSGIRÊKA KURD E’
Aydin, derbarê sedemên krîzên aborî, civakî û siyasî yên li Tirkiyeyê tên jiyîn de ev nirxandin kir: “Sedema hemû krîzan ne çaresserkirina pirsgirêka Kurde. Di aştiyê israr kirin dê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê baş be.
DOZ LI 11 PARÊZERAN VEKIRIN
Aydin, destnîşan kir ku hevalên wan ê parêzer ji ber xebatên xwe li kolanan, edliyê û qereqolan rastî êrîşan tên û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê çarçoveyê de, ji bo 11 endamên me hinceta ‘Çûne avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û beşdarî civînin bûne’ de doz hatine vekirin. Emê weke Baroya Amedê têkoşîna xwe ya li dijî bêhiqûqiyê dewam bikin. Bi vê boneyê em 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran di serî de li Tahir Elçî, Emrullah Engîn Akyureklî, Onder Ungur, Bayram Încekara û Muhterem Suren pîroz dikin.”