MÊRSÎN - Dayikên Aştiyê, bi armanca balê bikişînin ser çalakiyêr greva birçîbûnê û tecrîdê, banga “Deng bidin girtiyan" kirin û xwestin her kes hestiyar tev bigerin.
Dayikên Aştiyê yên li Mêrsînê ku zarokên wan li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne xwestin li pêş Mizgefta Ulu daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan destûr nedan ku dayik li pêş Mizgefa Ulu daxuyanî bidin. Dayikên ku rastî astengiya polîsan hatin derbasî Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê bûn. Dema dayik meşiyan ÎHD'ê polîsan dayik rawestandin û nasnameyên dayikan ji wan girt. Dayikên ku piştî kontrola nasnameyan, nasnameyên xwe girtin derbasî ÎHD'ê bûn û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Dayika Mehmet Erbey ê 110 rojin li Girtîgeha Tîpa T a Duzce li dijî tecrîdê di grevê de ye, Meryem Erbey, bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: "Polîsan nasnameya me ji destê me girt û xwest me bibin qereqolê. Piştre ji mere gotin ‘Bêjin bila Leyla Guven dawî li grevê bînin' ."
BILA DAYIK LI ZAROKÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN'
Erbey, anî ziman ku dema çû ziyareta kurê xwe, kurê wê bi sandayla bi teker anîn hevditinê û wiha got: "Rewşa wî xerab bû. Pênûs jî ji destê wan girtine. Destûr nadin ku name ji binivîsin û destûr nadin daxwazên xwe bînin ziman.
Ew terkî mirinê kirine. Ger ku em li wan xwedî dernekevin wê bimirin. Ez bang li hemû dayikan dikim. Em li zarokên xwe xwedîderkevin. Bila dayikên Amed, Serhet û Çukurova deng bidin qerîna dayikên din. Biha hemû dayik qêrîna xwe bikin yek."
Dayika Ridvan Kiliç ê 88 rojin li Girtîgeha Bafra a Samsûnê di grevê de ye Saliha Kiliç jî got: "Em dixwazin daxwazên zarokên me pêk bînin da ku dawî li çalakiyê bînin. Heta ku daxwaza zarokên me pêk neyê dawî li çalakiyê nînin. Êdî xew li me herimiye. Em dibêjin êdî bes e. Em bang li dayikan dikin. Deng bidin dengê me."