STENBOL – HDP ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê dê roja yekşemê li Stenbolê meş li dar bixe.
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê dê meş li dar bixe. Meş dê 7’ê nîsanê saet di 15.00’an de li ber Mizgefta Navendî ya Şîşliyê dest pê bike û li Mecîdiyekoyê bi dawî bibe.