WAN - Polîsan serê sibê bi ser mala Rojnamevan Oktay Candemîr a li Wanê de girt û binçav kirin.
Li Wanê serê sibê polîsan bi ser mala rojnameger Oktay Candemîr de girt. Piştî lêgerîna li malê polîsan Candemîr binçav kir. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û Candemîr birin Miduriyeta Polîsan a Wanê.