ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê ya 72 girtîgehan ji bo Wezareta Dadê bibersivîne 72 daxwazname dan Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê.
Parlamenterê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê ya 72 girtîgehan ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne 72 daxwazname dan Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê. Gergerlîoglu di pêşniyarnameyê de diyar kir ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li djî tecrîdê 149 roj, li Hewlerê Nasır Yagiz 136 roj, li girtîgehan 111 roj, Sebahat Tuncel û Selma Irmak 80 roj in di grevê de ne. Gergerlioglu, anî ziman ku çalakgerên di grevê de ji bo tecrîd bi dawî bibe ketine grevê û wiha got: "Ji 27'ê Tîrmeha 2011’an de parêzer, ji 11'ê Îlona 2016’an de malbat nikarin bi tu awayî biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin. Agahî dan komîsyonê ku di 12'ê Çile de Abdullah Ocalan ziyaret kirine. Dema greva birçîbûnê berdewam dikir hevdîtin pêk hat. Guven û girtiyên di grevê de ku bi armanca tecrîd bi dawî bibe ketin grevê diyar kirin ku 'Tecrîd didome' û çalakiya xwe berdewam dikin. Wekîla me di bin talmûkeyê de ye. Wekîlên me ji bo rê li pêş aştiya Tirkiye vebe dest bi greva birçîbûnê kirine. Leyla Guven berê jî rakirin nexweşxaneyê, lê ji ber daxwaza wê pêk nehatiye tedawî red kir. Bi rastî Leyla Guven di her kêliya pêş me de dikare jiyana xwe ji dest bide. Em daxwazin vê gotinê bêjin, lê 149 roj in di grevê de ye. Wekîla me jiyana wê di bin talûkeyê de ye. Bi rakirinai tecrîdê pêvajoya aştî û demokrasiyê wê vebe. Lê heta niha ji bo daxwazên çalakgeran tu gav nehatiye avêtin. Ez li vir bang li hemû rayedar û berpirsiyaran dikim ku gavan bavêjin û erka xwe pêk bînin. Daxwaza girtiyan ewe ku tecrîd bi dawî bibe. Em bang li cemaweriyê dikin ku hestiyar tev bigerin û van daxwazan bibînin."
Gergerlîoglu, ev pirs ji Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul kirin:
"* Li girtîgehan girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye rast e?
* Ger ku girtiyan li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribin, niha girtiyên ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di kijan rewşê de ye?
* Heta niha çend girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne?
* Girtiyên bêdem û bêdorveger ketine greva birçîbûnê daxwazên wan çine?
* Vîtamîn û pêdiviyên girtiyên ketine grevê didin wan ya na?
* Beriya ku girtî têkevin greva birçîbûnê, rêvberiya girtîgehê û îktîdara siyasî krîz çiqas rast bi rêve bir?
* Tekildarî pirsgirêkên ku girtî di qada tenduristiyê de dijîn û bijîn tedbîr hatine girtina ya na?
* Wezaret têkildarî pêvajoyê kijan gav avêtiye û wê gavên çawa bavêje.
* Dema girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin, çend girtî hatin sewqkirin. sedema wan çiye?
* Di pêvajoya greva birçîbûnê de hêjmara girtiyên jiyana xwe ji dest dan çend e? Wezareta dadê kijan tedbîr girtine. Greva birçîbûnê li kijan girtîgehan berdewam dike?"