STENBOL - Li Navçeya Uskudarê li ser îtîraza AKP'ê deng ji nûve hatin jimartin. Jimartina dengan bi dawî bû. 442 dengê Namzetê AKP'ê Bînalî Yildirim kêm bûn, Dengê namzetê CHP'ê Ekrem Îmamoglu jî 875 zêde bûn.
Li navçeya Uskudar a Stenbolê li ser îtîraza AKP'ê cara duyemîn deng hatin jimartin. Di jimartinê de derket holê ku 433 dengên Ekrem Îmamoglu kêm hatine nivîsîn. Dîsa derket holê ku 442 dengên Binali Yıldırım jî zêde hatiye nivisandin. Di hilbijartina dawî de 875 dengê Ekrem Îmamoglu zêde bû. AKP'ê vê carê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îtîraz kir.