ENQERE – Serokê YSK’ê Sadî Guven diyar kir ku têkildarî îtîrazan pêvajoya darazê dewam dike û ji ber vê yekê dê nikaribe agahiyên berfireh bide.
Serokê Lîjneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven têkildarî encamên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê û pêvajoya îtîrazê daxuyanî da.
Guven wiha got: “Piştî hilbijartin qediya têkildarî darazê wezîfeya me dest pê kir. Em têkildarî gilîkirinan kom dibin û biryar didin. Nûnerên partiyan jî di civîna pêvajoya biryardayîna me de amade ne. Ev pêvajo dewam dike. Dadgerên di pêvajoya darazê de ku li dozan dinêhirin nikarin daxuyanî bidin. Ji min ji bo dosyeyek ne li benda agahiyan bin. Min berê jî diyar kiribû. Der barê pêvajoya darazê û mijarên din de ez ê tu daxuyaniyan nedim. Ji min agahiyên berifireh nexwazin. Ez nikarim bidim, jixwe ne rast e jî. Wê li hember pêvajoya darazê bêhurmetî çê bibe.”