DERSIM – Fatîh Mehmet Maçoglu yê ji TKP’ê bû Serokê Şaredariya Dersimê mazbataya xwe wergirt.
Fatîh Mehmet Maçoglu yê ji Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) bû Serokê Şaredariya Dersimê duh bi hêceta “ewlehiyê” mazbataya xwe wernegirtibû. Maçoglu vê sibehê ji bo mazbataya xwe werbigire çû Dadgeha Dersimê. Maçoglu yê bi heyetek endamên Meclîsa Şaredariyê re çû dadgehê mazbataya xwe wergirt.
Maçoglu dê îro piştî nîvro şaredariyê dewr bigire.