AMED - Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz, bal kişand ser talankirina Şaredariyê û dayîna avahiya şaredariyê ya Midûriyeta Polîsan a Bismilê û wiha got: “Wisa difikirin ku nelirêtiya xwe wê bi hilweşîna avahiyê û bi molozan veşêrin. Lê ew nikarin talankirin û diziya xwe bi molozan veşêrin.
Wezareta Karên Hundir, di 4'ê Sibata 2017'an de Hevşaredarên Bismilê Cemile Eminoglu û Resul Sari ji kar girtin û qeyûm tayînî şûna wan kir. Qeyûm ku 2 salin li ser şaredariyê ye, avahiya xizmetê ya şaredariyê û avahiya Midûriyeta Polîsan a Bismilê taqas kirin. Piştî cihê xwe bi hev guhertin. Avahiya Miduriyeta Polîsan a Bismilê rojek beriya hilbijartinê xera kirin. Alav û amûrê şaredariyê jî li avahiya Navenda Jinê bi cih kirin.
HÊJ MAZBATA NEDANE
Di hilbijartina 31'ê Adarê de Nameztên HDP'ê bi ser ketin. Hevşaredarên nû yên Bismilê Orhan Ayaz û Gulşen Ozer ji sedî 72 deng stendin û şaredarî bi dest xistin. Hevşaredarên Bismilê yê nû Ayaz û Ozer, ji bo mazbayên xwe bistînin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bismilê dan. Lê heta niha bêyî hincet nîşan bide mazbatayên hevşaredaran nedane wan.
‘ŞAREDARÎ DI BIN DEYNAN DE YE'
Hevşaredar Ayaz, têkildarî hilweşandina avahiya şaredariyê û talankirinê axivî û wiha got: "Gelê Bismilê li dijî polîtîkayên qeyûm li sindoqan û vîna xwe xwedî derketine. Em dê bi gel re dest bi xizmetên xwe bikin. Qeyûm li Bismilê enkaz li pey xwe hişt. Şaredarî di bin deynan de hişt. Her der xera kirine û wêran kirine. Gel di bin deynan de hiştin. Şaredariya ku 15 kalan xizmeta herî baş da, qeyûm di nava 2 salan de di bin deynan de hişt.
Avahiya Şaredariyê ya nû ku hêjayî 200 milyon tl ye dewrî midûriyeta polîsan kir. Niha şaredarî li Navenda Jinê ya 2 qat di cihekî biçûk de xizmeta 120 hezar nifûsê dike. Me got emê kon vedin. Lê li Bismilê nêzî 50 hezar mal hene. Mala hemû gelê Bismilê li me vekiriye. Em ê di mala gel de xizmetê bidin. Bi xerakirina avahiyê xwestin nelirêtiya xwe veşêrin. Xwestin talankirin, wêrankirin û nelirêtiyê di bin molozan de veşêrin. Lê ewê nikaribin talankirin û nelirêtiyê di bin molozan de veşêrin. Em destûr nadin vê yekê. Em dê hemû nelirêtiya wan bi gel re parve Bikin. Em dê hemû nûnerên civakê li hev kom bibin û bi hevre nexşeya xizmetê derxin û bi hevre xizmetê bikin."