STENBOL - Endama Rêveberiya TOHAV'ê Prz. Rengîn Ergul, têkildarî rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de bang li Raportorê Taybet ê Îşkence yê NY û CPT kir û xwest bi lez bên li Tirkiye lêkolîn bikin. Ergul, ji mekanizmayên navneteweyî jî xwest ku li gorî rêgezên mafên mirovan hêza venêrtinê pêk bînin û gavan bavêjin.
Vakfa Lêkolînên hiqûq û Civakê (TOHAV) rojên borî bang Raportorê Taybet ê Îşkence yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) kir û xwest bi lez bên li Tirkiye lêkolîn bikin. TOHAV'ê bang li rayedarên NY û CPT kir û bal kişand ser rewşa Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û bi hezaran girtiyên siyasî yên di grevê de û diyar kir ku rewşa çalakgeraen hatiye asta krîtîk. TOHAV'ê anî ziman ku piştî girtiyan li girtîgehê dest bi grevê kirin û şûnde binpêkirina mafan û îşkenceya li girtîgehan zêde bûye. Vakfê da zanîn ku heta niha nûnerên NY û CPT bersîv nedaye banga wan.
Endama Rêveberiya TOHAV'ê Prz. Rengin Ergul, anî ziman ku ji bo îktîdara siyasî gavan bavêje, divê mekanîzmayên welatên navneteweyî têkevin nava hewldanan û wiha got: "Êm bang li hemû sazî, rêxistin û dezgehên neteweyî û navneteweyî yên ku çalakgeran ji bo daxwazên xwe yên rewa û mirovî serî li wan dane têkevin nava liv û tevgerê. Me di vê çarçoveyê de bang li CPT û NY'ê kir. Ji ber ku rola Raportora Taybet a CPT û NY ya li dijî îşkenceyê girîng e. Ji bo kesên ketine grevê jiyana xwe ji dest nedin û seqet nebin divê saziyên eleqeder bi lez gavan bavêjin û daxwazên çalakgeran pêk bînin. Ji ber bêdengî û kêmasiyên Hêzên dewletên navneteweyî li ser Ocalan tecrîd didone. CPT di ziyareta dawî ya Tirkiye de ziyareta Ocalan nexist nava lîsteya xwe ya ziyaretan. Di vê meseleyê de mekanîzmayên navneteweyî xwedî kêmasiyek mezin in. Divê tecrîda di şexsê Brêz Abdullah Ocalan de li Îmraliyê tê meşandin bi dawî bibe. Divê îktîdara siyasî erka xwe ya ji bo rakirina tecrîdê pêk bîne. Ji bo ku CPT erka xwe pêk bîne me serî li CPT da."
Ergul, anî ziman ku girtiyên ketine grevê ceza û zext li ser wan zêde bûne û wiha berdewam kir: "Li Girtîgehên hemû Tirkiye piştî girtî ketin grevê zextên li ser wan zêde bûn. Girtî rastî lêpirsîna dîsîplînê tên. Gelek girtî rastî cezayên huceryê hatin. Girtiyên di 16'ê Kanûnê de ketin grevê zêdeyî 100 rojin di grevê de ne. Destûr nadin refeqatvan jî biçin cem wan. Ev rûmeta mirovan dişikîne. Bi awayekî keyfî cezayê dîsîplînê dide girtiyan. Cezayê dîsîplînê wekî tundiyê li ser girtiyan pêş dixe."
GIRTÎGEHÊN VÎTAMÎNA B NADIN WAN HENE
Ergul, da zanin ku li hin girtîgehan Vîtamîna B nadin girtiyan û wiha lê zêde kir: "Li hin girtîgehan Vîtamîna B temîn dikin. Lê li gelek girtîgehan vîtamîna B nadin girtiyan. Em dizanin ku li Girtîgeha Meletiyê heta dawî jî vîtamîna B nadin girtiyan. Li girtîgeha Xarpêtê heta 20 rojan vîtamîna B nedan girtiyan. Di milê Vîtamîna B de pirsgirêk hene. dîsa divê Karbonatê bidin girtiyan, lê li gelek cihan pirsgirêk hene. Vîtamîna B û karbonat ji bo çalakgirên di greva birçîbûnê de jiyanî ye. Dîsa girtiyên ku zêdeyî 100 rojin di grevê de ne êdî nikarin avê vexwin. Dema mirov van rewşan li ber çavan digire devê bi lez îktîtara siyasî gavan bavêjin. Divê îktîdara siyasî li gorî hiqûq û zagonên xwe tev bigere. Li Girtîgeha Tîpa T a Duzce, Suleyman Benzer rastî cezayê muebetê hatiye û di hey hucreyê de tê girtin. Li Girtîgeha Edîrne Zerdeşt Oduncu bi tenê di yek hucreyê de tê girtin. Li Girtîgeha Bandırma Engin Okutucu, ji ber krîza dil derbas kir sewqî nexweşxaneyê kirin. Rojê nikare nîv lître avê vexwe. Hatiye asta ku nikare ava şor, şêrin, bi karbonat û Vîtamîna B vexwe. Rêveberiya girtîgehê her tim bi gotina 'Ez ê mudaxale bikim' gefan li girtiyan dixwe.
Em bang li rayedaran dikin ku zagon u hiquqê pêk bînin, daxwazên girtiyan pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin. Gelek girti di hucreyê de tên girtin û gelek girtî jî li benda cezayê hucreyê ne. Piştî girtî ketin grevê binpêkirina mafan û îşkence gelek zêde bû. Ji ber vê yekê em bang li NY û CPT dikin ku zorê li îktîdasa siyasî bikin ku daxwazên girtiyan pêk bînin û dawî li îhlala mafên mirovan bînin."
Ergul, hem bang li NY û CPT û hem jî bang li cemaweriya Tirkiye kir ku hestiyar tev bigerin û li hemberi vê rewşê bêdeng nemînin û li lez gavan bavêjin.
MA / Sadiye Eser – Ferhat Çelik