ŞIRNEX - Dayikên Şirnexî xwestin ku daxwazên zarokên wan ên ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê dene bên qebûl kirin û ev bang kirin: “Zarokên me bi mirinê re rû bi rû ne, lê ne dixema kesekê deye. Bila êdî dilê dayîkan neşewite. Divê çareserî pêk were.”
Dayikên Şirnexî xwestin ku daxwazên zarokên wan ên ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene, bên qebûl kirin û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
DAYIK ASLAN: PÊDIVIYÊN GIRTIYAN NADIN
Dayika girtiyê 23 salî Devran Aslan ê ev 2 salin li Girtîgeha Tîpa L a Panosê girtiye û 25 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn Seyran Aslan, diyar kir ku li girtîgeha ku kurê wê li dimîne zext pir zêdene û wiha axivî: “Kurê min ji 1’ê Adarê ve di çalakiyê deye. Di hefteya derbas bûyî de em bi telefonê hevdîtin kir. Kurê min ji me re got ‘ez di çalakiyê de me û heta tecrîd ranebe emê çalakiya xwe berdewam bikin. Rayedarên girtîgehê pêdiviyên me yên weke xwê, şekir, lîmon û fêkiyan pêşwazî neke. Ava me qût dikin û di ser de jî me derp dikin.’ Em dixwazin zextên li girtîgehan bi dawî bibin. Em naxwazin cenazeyê zarokên me ji girtîgehan derkevin. Ji me dixwazin ku em dengê xwe bilind bikin. Bila êdî aştî pêk were û ev tecrîd rabe.”
DAYIK ACÛ: DILÊ MIN DIŞEWITE
Dayika Muzaffer Acû yê 23 salî ku ev 3 sal û 8 mehin li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa Fa Wanê girtiye Nîlufer Acû jî, heman bang kir. Dayik Acû, da zanîn ku kurê wê di dema qedexeya derketina derve ya dinavbera salên 2015-2016’an de hat girtin û wiha axivî: “Bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ 12 sal ceza dan kurê min. Kurê min di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir û ji wê rojê ve di grevê deye. Dilê me dişewite. Di serî de Tirkiye û hemû welatên Ewropa divê vê bendengiya xwe xirab bikin. Zarokên me her roj dihelin. Divê daxwazên zarokên me bên bi cih anîn. Zarokên me bi mirinê re rû bi rûne, lê ne di xema kesekê deye. Her roj ji girtîgehan cenazeyek derdikeve. Bila êdî dilê dayîkan neşewite.”
‘DENGÊ ME BIBIHÎSIN’
Acû, bal kişand ser girtiyên dawî li jiyana xwe tînin û wiha got: “Bi dayikên wan re dilê me dişewite. Dibe ku sibe ev yek bê serê zarokên me jî. Êdî bi çareseriyê pêş bixin û zarokên me ji vê zoriyê derkevin. Em dixwazin hemû kes dengê me bibihîsin.”