COLEMÊRG - Dê û bavê Parlementerê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, xwestin her kes bibe dengê kesên bedena xwe dane ber mirinê.
Malbata Parlementerê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel ku ji 8'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, xwest tecrîd bi dawî bibe. Dê û bavê Temel, destnîşan kirin ku ji bo aştiyeke mayînde divê tecrîd bi dawî bibe û xwestin her kes bibe dengê b hezaran çalakgerên bedena xwe dane ber mirinê.
Dayik Narînç Temel, destnîşan kir ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de kurd hemû tên tecrîdkirin û got: "Ji bo aştî çêbibe em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Çalakiya Leyla Guven da destpêkirin, çalakiyeke mafdar e. Em dixwazin zilma li ser gelê kurd bi dawî bibe."
'BILA DAXWAZA WAN BÊ QEBÛLKIRIN'
Dayik Temel, bal kişand ser pêkanînên li girtîgehan û got: "Rewşa ew tê de ne li ber çavê min e. Ew li wir di greva birçîbûnê de ne, lê li vira bêyî em tiştekî bikin rûniştîne. Wexta em sifreyê radixin zarokên me, Leyla tê bîra me û xwarin di qirika me re naçe xwar. Em ne dixwazin li girtîgehan ne jî li derve kes bimire. Em dixwazin di vî warî de gavin bên avêtin û berî mirin çêbibin tecrîd bi dawî bibe. Wexta em xebera mieinê dibihîsin dilê me perçe dibe. Wexta Leylayê dibînim cîhan disekine. Mesele ne kurê min e, hemû zarokên min in. Em naxwazin tu kes bimire. Em dixwazin daxwaza wan bê qebûlkirin."
Bav Şukru Temel jî, destnîşan kir ku daxwaza wan daxwazeke insanî ye û li gor hiqûqê ye û got: "Em dixwazin ev tecrîd bi dawî bibe. Tenê daxwaza me ev e û em dixwazin aştî çêbibe. Em malbat li cem hemûyan e. Daxwaza kurê min jî û daxwaza ên din jî yek e û ev daxwaza daxwaza me hemûya ye."