STENBOL - Der barê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Ziya Çîçekçî de di nav hefteyekê de 14 dos hatin vekirin.
Rojnameya Ozgur Gundemê di 16'ê Tebaxa 2016'an de bi KHK'ê hat girtin. Ji ber nûçeyên di pêveka rojnameyê Demokratîk Ûlûsê de, li Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Stenbolê, di sala 2015'an de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz li xwediyê îmtiyazê rojanmeyê Kemal Sancili û xwediyê îmtiyazê yê berê Ziya Çîçekçî û Midûra Karên Nivîsan a pêveka demokratîk ûlûsê Nûray Candan doz hatibû vekirin. Di danişîna 11'ê Nîsana 2018'an de 3 sal û 9 meh li rojnamevanan hatibû birîn. Dadgeha Îstinafê jî di 17'ê Çileya îsal de cezayê hat birîn pesend kir.
Piştî pesendkirina cezayan, der barê xwediyê îmtiyazê yê rojnameyê yê berê Ziya Çîçekçî de li ser hev du doz hatin vekirin. Di nav hefteyekê de der barê Çîçekçî de 14 doz hatin vekirin.
Di 14'ê Adarê de der barê Çîçekçî de 7 doz hatin vekirin, di 15'ê Adarê de 5 doz û di 21'ê Adarê de jî 2 doz hatin vekirin. 13 doz bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatin vekirin. Hemû doz ji ber nûçe û qunciknivîsên di rojnameyê de hatine vekirin.
Her wiha bi îdiaya heqaret li Waliyê Sakaryayê Huseyîn Avnî Çoş kiriye dozek din jî der barê Çîçekçî de hatiye vekirin.
‘AN WEK ME BÎ AN JÎ DI GIRTÎGEHÊ DE BIRIZE'
Çîçekçî, bilêv kir ku doz ji be rnûçe û nivîsên di rojnameyê de hatine vkirin. Çîçekçî, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê azadiya ramanê tune ye û îktîdar ên ne ji xwe wekî "terorîst" dibîne û bi van dozan ev careke din aşkere bû.
Çîçekçî, anî ziman ku îktîdar bi van dozan dixwaze bibêje "an tu yê wek me bî an jî tu yê di girtîgehan de birizî û got: "Têkoşîn terhê jiyana me ye, lê em di serdemeke wisa de ne ku nikarin bêhnê bistînin. Îktîdara li Tirkiyeyê dewleta mafyayê ye. Leşker û polîs bi awayekî zêde hatine rêxistinkirin, çapemenî hemû di dest wan de ye. Kesên niha van cezayan didin helbet wê sibê hesabê vê yekê bidin. Wê rojekê pêdiviya wan jî bi hiqûqê çêbibe."
MA / Ferhat Çelik