ÎZMÎR - Sekretara Baroya Amedê Parêzer Perîhan Kayadelen, diyar kir ku giliyên der barê akademîsyenê Zanîngeha Dokûz Eylulê ya Îzmîrê Î.K. ku xwendekarên jin taciz kiriye de pir in û niha ew amadekariyên dozê dikin.
Xwendekarên jin ên Zanîngeha Dokûz Eylul a Îzmîrê, diyar kirin ku akademîsyen Î.K. gelek xwendekar taciz kirine û navê wî li ser deriyên tuwaletan nivîsandin. Li gorî tê gotin, dekanê zanîngehê hay ji rewşê çêbûye û nivîsên li ser deriyên tuwaletan jê biriye û deriyê tuwaletê qefilandiye. Li ser vê Civata Xebatên Jina ya Zanîngeha Dokûz Eylulê, ji bo Î.K. bê darizandin li ser hesabên xwe yê medyaya civakî kampanyayek da destpêkirin.
Her wiha xwendekaran serî li Navenda Mafên Jina ya Baroya Îzmîrê jî da. Sekretera Giştî ya Baroya Îzmîrê Parêzer Kayadelen, diyar kir ku hejmara kesên hatine tacizkirin zêde ye û ew niha amadekariya dozê dikin.
Kayadelen, anî ziman ku gelek kes hatine tacizkirin û got: "Travmayeke mezin heye. Loma em bi bi endazeyî tev dixebitin." Kayadelen, diyar kir ku piştî ew dosyeyê temam bikin ew ê bi berfirehî raya giştî agahdar bikin.
Her wiha rêxistinên jina yên Îzmîrê jî daxuyaniyek dan û gotin "Em li dijî tacizê dengê xwe bilind dikin" û xwestin akademîsyenê navbirî bê darizandin.