* Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Hediye Karaaslan, diyar kir ku bi saya stratejiya HDP'ê li Tirkiyeyê rê li ber demokrasiyê vebûye. Rêvebira HDP'a Amedê Sûzan Îşbîlen jî bal kişand ser hîle û xurdeyên îktîdarê.
* Hevberdevka SODAP'ê Kezban Konûkçû, anî ziman ku stratejiya HDP'ê di cî debûye û got: "Erdogan, ji 7'ê Hezîranê ve hewl dida pêvajoyê bi paş ve bide. Dît ku heyaletê 7'ê hezîranê li ber wî ye."
* Ji heman malbatê Mûrat Şîmşek, Salîh Şîmşek û Sûat Şîmşek jî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin. Her sê girtiyan bang li raya giştî kirin û gotin: "Dengê xwe li dengê me zêde bikin."
* 5 birayên hev li girtîgehê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Dê wû bavê wan diyar kirin ku ji ber zarokên wan di greva birçîbûnê de ne nan di qirika wan re naçe û xew bi çavê wan nakeve û xwestin tecrîd bi dawî bibe.
* Endama Rêveberiya TOHAV'ê Prz. Rengîn Ergul, têkildarî rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de bang li Raportorê Taybet ê Îşkence yê NY û CPT kir û xwest bi lez bên li Tirkiye lêkolîn bikin. Ergul, ji mekanizmayên navneteweyî jî xwest ku li gorî rêgezên mafên mirovan hêza venêrtinê pêk bînin û gavan bavêjin.
* Dê û bavên Parêzer Dundar Koç ku li Girtîgeha Wanê di greva birçîbûnê de ye, gotin: "Ji ber çalakiya wî em serbilind in. Daxwaza wan daxwaza me ye."
* Sekretara Baroya Amedê Parêzer Perîhan Kayadelen, diyar kir ku giliyên der barê akademîsyenê Zanîngeha Dokûz Eylulê ya Îzmîrê Î.K. ku xwendekarên jin taciz kiriye de pir in û niha ew amadekariyên dozê dikin.
* Der barê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Ziya Çîçekçî de di nav hefteyekê de 14 dos hatin vekirin.
* Navê 69 girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê diyar bûn.
* Li Mûş û Milazgirê, îtirazên HDP'ê yên ji bo encamên hilbijartinê hatin redkirin, lê belê li gelek bajaran îtirazên AKP'ê yên ji bo encamên hilbijartinê hatin qebûlkirin. Parlementera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan kiliç Koçyîgît, anî ziman ku ev rewş nîşan dide ku desteyên hilbijartinê ne bêalî ne.
* Bavê Ramazan Ataybey ê ev 100 rojin li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê di greva birçîbûnê deye Abdurrahman Atabey banga hestiyariyê li raya giştî kir û got: “Li hemberî mirinan bê deng nemînin.”
* Dê û bavê Parlementerê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, xwestin her kes bibe dengê kesên bedena xwe dane ber mirinê.
*19’emîn danişîna Doza JÎTEM’ê ya Enqerê, dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin. (11.00)
* Danişîna doza rojnameger Haydar Ergul jî di navde 8 endam û rêveberên DBP û HDP'ê bi giştî 19 kesan dê li 22’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Asif Kezer ê polîsan sîxûrtî li ser ferz kir, dê li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)
* Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê, dê derbarê rewşa girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê dene, daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)
* Berdevka Komîsyona Hiqûqî û Mafê Mirovan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, dê derbarê grevên birçîbûnê de, li avahiya HDP’ê ya Amedê civîna çepmeniyê li dar bixe. (12.00)
* 8’emîn danişîna doza darizandina 17 zarokên di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de ji navçeyê hatin derxistin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. (14.00)
* Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş ê berî 9 salan li Edenê hat kuştin û dûre bi dara pirteqalê ve hat daliqandin, dê li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukoba bê bibîr anîn. (16.00)