XARPÊT - Di erdheja ku şevê din li Navçeya Sivrice ya Xarpêtê bi hêza 5.2 pêl pêk hat de li 3 gundan zerar pêk hat. Di erdhejê de tu tişt bi kesî nehat.
Şevê din li Navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê erdheja hêza wê 5.2 pêl pêk hat. Di erdheja ku li Amed, Mêrdîn, Riha, Semsûr, Çewlîg û Meletiye hat hîskirin de li 3 gundan zerar pêk hat. Rayedaran diyar kirin ku di erdhejê de tu tişt bi kesi nehatiye.