NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên fermî hejmara kesên ji ber lehiya baran zêde ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rabû de, jiyana xwe ji dest dan gihişt 44’an, lê li gorî çavkaniyên herêmî jî, hat payîn ku herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji 21’ê Adarê û vir ve ji ber barana zêde lehî rabû û karesatek zêde li bajêr, navçe, bajaro û gundan pêk hatin. Di lehiya bû sedama karesatê de, bi sedam mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan mirov birîndar bûn û gelek xesara madî rû da.
Tevî ku 17 roj bi ser karesatê re derbas bûn jî, hîna jî rejîma Îranê hewl dide bi ser asta karesatê bigire û gel bê alîakrî hiştiye. Gelê Îranê li hemberî vê helwesta rejîmê bi hirse.
GUND Û BAJÊR DIBIN AVÊ DE MAN
Li seranserê Îranê, gund, navçe û bajar di bin avê de mane û bi hezaran kes her tiştê xwe winda kirin. Gelek malên dibin avê de man hilweşiyan. Li gorî daneyên fermî bi kêmanî 44 kesan jiyana xwe ji dest dan, lê çavkaniyên xwecihî û muxalîf vê hejmarê hê zêdetir îfade dikin û radigihînin ku bi kêmanî 200 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyan herî zêde li herêma Loristan a Rojhilatê Kurdistanê zirarek mezin çêbûye.
REJÎM HEWL DIDE KARESATÊ VEŞÊRE
Saziya Tiba Edlî ya Loristanê ragihand ku wan 14 cenaze ji bin avê derxistine, miriyên li herêma Pol Doxtar jî ne li ser vê yekê hatine hesibandin. Ev hejmar hê zêdetirin tê îfadekirin. Hikûmet ji bo pêşiya hêrsa gel bigire, hejmara kesên mirî û asta karesatê vedişêre.
Endamê Meclîsa Pol Doxtar û Maamûlan a girêdayî Îlamê Hamîd Reza Kazemî ragihand ku nîvê bajarê Pol Doxtar û nîvê bajarê Maamûlan û 20 gund di bin avê de mane. Kazemî got: “Alîkarî enceq bi helîkopteran dikare pêk tê” îfade kir ku rewş pir xerabe. Kazemî got: “Têkilî bi 100 gundan re hatiye qûtkirin. Gundiyan xwe gihandine aliyên çiya yên bilind û ti derfet nîne. Divê alîkariyên lezgîn di demekî herî din de belav bibe ji ber ku herêma ku bandor bûye pir mezin e.”
ÊRÎŞ PÊK HATIN
Li gundên Cakîzî û Sorgûr a dikevin başûrê rojavayê eyaleta Kuzistanê agahiyên ku muhafizên şoreşê êrîşî mexdûrên karesatê dikin. Hate ragihandin ku gelek kes birîndar bûne. Li gorî çavkaniyên xwecihî dema ku muhafizên şoreşê xwestin bendên ku gundî ji bo xwe biparêzin hilweşînin şer rûdaye. Dema ku ev bend bên hilweşandin wê malên gundiyan di bin avê de bimînin û ziyaneke mezin bide ziviyên çandiniyê.