ÊLIH – Li Êlihê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr xwest daxuyaniya çapemeniyê ya ku "spasiya gelê Êlihê bike" li dar bixe. Bi biryara walîtiyê destûra daxuyaniyê nehat dayîn.
Li Êlihê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr li gorî encamên nefermî di hilbijartinê ji sedî 66.03 deng girt û bû partiya yekemîn. Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Demîr û rêxistina HDP’ê xwest ji bo spasiya gelê Êlihê li ber avahiya HDP’ê şahiyek ku daxuyanî bidin li dar bixin. Polîsên ji serê sibehê ve avahiya HDP’ê xistin dorpêçê bi hêceta “biryara walîtiyê heye” destûr nedan çalakiyê.
POLÎS BI MILÊ PARLAMENTER GIRT Û DAFDA
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî ku hat xwest biçe avahiya partiya xwe, polîsek sivîl bi milê Tiryakî girt û nehişt bikeve avahiyê. Polîs ji Tiryakî re got: “Ez nizanim hûn wekîlin. Hûnê xwe bidin nasîn. We li destê min da.” Li ser van gotinên polîs Tiryakî jî wiha got: “Li vî bajarî 4 wekîlên HDP’ê hene. Ez ne mecbûrim milyonek polîs nas bikim. Ka li van cilên xwe binêre. Ez ji ku dizanim ku tu polîsî. Ji bo te min kişand min li destê te da.
Tiryakî piştî nîqaşê di dorpêça polîsan de derbasî avahiya HDP’ê bû. Li avahiya HDP’ê welatiyan bertek nîşanî dorpêça polîsan da û gotin: “Ev çi ye, qey li vir şer heye.”
'EM RAGEŞIYÊ NAXWAZIN’
Tiryakî piştî demekê ji avahiya HDP’ê daket xwarê û bi rayedarên emniyetê re hevdîtin pêk anî. Polîsan got ku ew ê destûrê nedin daxuyaniyê. Tiryakî ji polîsan re wiha got: “Tişta ku hûn li vir dikin bêhiqûqî ye. Em ji gelê xwe yê li peyarêyan li me temaşe dikin re spas dikin. Ji bo xatirê ku rageşî dernekeve em ê li avahiya partiya xwe daxuyaniyê bidin.”
'DAWIYA DAWÎ EM Ê BI GELÊ XWE RE BÊN GEL HEV’
HDP’iyan li avahiya HDP’ê daxuyanî da. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tirkyakî, Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Tiryakî di daxuyaniyê de axivî û got: “Tehamulî pîrozbahiya serkeftina me nakin ku em daxuyaniya xwe jî bidin. Dibêjin ‘biryara walîtiyê heye.’ Em bi ser ketin û em coşek mezin dijîn. Bila gumana tu kesî tune be, em ê pîrozbahiya xwe li dar bixin. Dawiya dawî jî wê mazbatayên me bidin û dema me mazbatayan girt em ê bi coşek mezin pîrozbahiya xwe bikin.”
SEDEMA ÎTÎRAZÊ
Tiryakî da zanîn ku AKP’ê li Êlihê îtîrazî encama hilbijartinê kiriye û sedemê îtîraza wan ew e ku mazbatayan dereng bidin.
‘EM Ê ŞAREDARIYA XWE BISTÎNIN’
Hevşaredar Mehmet Demîr jî diyar kir ku kesên di dîrokê de îxanet li kurdan kirin têk birin û got: “Ew niha destpêka dawîanîna xwe dijîn. Bila ji vê yekê pir bawer bin, tevî hemû hewldanên wan jî Şaredariya Êlihê em ê bistînin. Em ê li gorî kevneşopiya berxwedana Êlihê şaredariyê teslîmî gel bikin. Em ê hesabê hemû talanên wan jî bipirsin.”
Hevşaredar Songul Korkmaz jî anî ziman ku ew şahidiya kêliyên dîrokî dikin û ji gelê Êlihê re spasiyên xwe kir.