ŞIRNEX - Hevşaredarên HDP’ê yên Sîlopî Adalet Fîdan û Suleyman Şavlak ên mezbatên xwe girtin, şaredarî ji rêveberiya qeyûm dewr girtin.
Piştî ku Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeya Sîlopî ya Şirnexê Adalet Fîdan û Suleyman Şevlûk ên di hilbijartina herêmî de ji sedî 74 deng girtin û şaredariya di destê qeyûm de qezenc kirin, mezbatên xwe girtin, şaredarî ji rêveberiya qeyûm dewr girtin.
Hevşaredar Şavlûk û Fîdan bi parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, Nûran Îmîr û bi sedan endamên partiyê re, ji ber avahiya partiyê heya avahiya şaredariyê meşiyan. Hevşaredarên di ablûkeya polîsan de ketin avahiya şaredariyê, biç epik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin.
ESMER A QEYÛM TAYÎNÊ CIHÊ WÊ HATIBÛ KIRIN DEWR KIR
Li vê derê Emîne Esmer a di hilbijartina herêmî ya 2014’an de ji bo Hevşaredariya Sîlopî hatibû hilbijartin û qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin, daxuyaniyek kurt da û got: “Me ji sedî 80 şaredarî qezenc kir, lê qeyûm tayînê cihê me kirin. Gelê Sîlopî divê hilbijartinê de jî xwedî vîna xwe derket.” Esmer piştî axaftinê, bi lêxistina çepikan mezbate teslîmî hevşaredarên nû kir.
Hevşaredar Adalet Fîdan a şaredarî dewr girt, anî ziman ku ew bi gelê bajêr serbilindin û serkeftina gel pîroz kir. Hevşaredar Suleyman Şavlûk jî, da zanîn ku encama di hilbijartinê de derket holê, bi her kesî da nîşandan ku polîtîkayên qeyûman nayên qebûl kirin.
Hevşaredar û parlementerên HDP’ê piştî axaftinan derbasî odeya meqam a ev demek bû, ji aliyê qeyûm ve dihat bi kar anîn, bûn. HDP’î dûre derbasî avahiya navçeyê bûn û guvend gerandin û serkeftina xwe pîroz kirin.