AMED – H.M. ji Swîsre hat Amedê û li balafirgehê hat binçavkirin. H.M. bi îdaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin.
H.M. (38) ku hat diyarkirin li Navenda Civaka Kurd a Bîela Swîsreyê rêveberiyê dikir di rojên derbasbûyî de li Balafirgeha Amedê hat binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyeta Amedê H.M. derxistin dadgehê. Dadgehê wêneyên ku H.M. di şahiyên li Swîsreyê de kişandiye hêcet dan nîşandan û bi îdaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin.